FÊRIKÎ ÛSIV
Fêrikê Ûsiv, Kurdê Sowyeta berê ye. Helbestên wî bi navê "Narê" li Êrîvanê, di sala 1977'an de þap bûne. Bi gotinên xweþ û lez hatin nivîsîn. Helbestên wî jî wek helbestvanên Kurdên Sowyeta berê bi þîwekî þoreþgerîne.
ÞAHNEME DA
Fîrdevsîyê mezin
Nava "Þehnema"
Be dewe biha
Mera nivîsye:
Qiseke aha:
Heybe þahekî
Ecêvî neheq,
Navê wî þahê
Ecêv - Ejdehek.
Li ser milê þah
Hebûna du ziya.
Rojê mejûyê du
Cahilê tûre
Bye xurê ewan
Ziyayê bêcûre
Du aspêjêê heyf,
Du qancê xwedê,
Gunê wana ze'f
Xortê tûre tê.
Divêjin: Qe na,
Ji herd zilama
Em mejûyê yekî
Parî ser ziyakin.
Yê dîn cûrekî,
Ker-ker azakin.
Û usa aza
Dikin yekmerî
Davêjin
Zêrzemîneke terî.
Çaxê dighîje
Çil - pencî hevî,
Wan berdidin bi
Rêke neqevî
Evana diçin
Serê çîya-banya
Xwera çê dikin
Koxik û xanya,
Mal xwe ra tînin.
Dikin hal - zawac,
Û jin wan pêþda tê
Miletê Kurmanc.
Belê, ev qise
Hikyate, ese,
Wekî þayîrê
Mezin sehkirye
Û mera be dew
Wa qise kirye
Em Merîyê dewran
Û ulmê teze
Nakine terîq
Her hemû qise.
Em bawer nakin
Li wan ziyayê ser
Milê Ejdehek,
Lê bawer dikin
Gelek, ze'f gelek
Ku ziyayêd zulmê
Divin çînêd ser
Milê ed mîna
Qasim û Enver
Û dixun serî
Wetenhizê Kurd,
Serê wan torin
Û tûnsizê Kurd.
(Narê, Êrîvan, 1977)