EMÎNÊ EVDAL

Emînê Evdal, di sala 1906'an de li gundê Ermençayîrê, li taxa Qesrê hate dinê. Dê û bavê wî perîþanî û belengazîkî mezin dîtine. Wusa jî, wan ji ber destê Roma reþ teda, lêdan û zordestîyên giran dîtin.

Di sala 1919'an de dema ku Emînê Evdal 13 salî bû, wî dê û bavê xwe wunda kir. Lê yekî xêrxwaz destê Emînê Evdal digre û dibe sêwîxana Lenînakanê, wî li wir cîwar dike. Paþê Emînê Evdal lê dixe diçe Tiblîsê li cem apê xwe.

Emînê Evdal paþî xwendine dibistana pêþîn û navîn li Ermenîstanê mamoste. Ji bo hilanîna nezanîyê di nav Kurdan de wî wextî Emînê Evdal zehf cedandîye û serê xwe bi vê pirsê ve gelek êþandîye.

Nivîskar, helbestan, rojnameyan, etnolog, fîlolog û mamosteyê zane Emînê Evdal merivekî piralî bû. Cara pêþîn ji alîyê wî ve "Xebername (Ferheng), Rast nivîstandina zimanê Kurdî" hate çapkirin. Di sala 1947'an de wî pirtûka "Zimanê Kurdî" nivîsî. Di waarê filologîyê (zimanzanî) de Emînê Evdal xebatin ê zehf hêja pêkanîye. Ji ber vê yekê ew bû endamê ilmê Fîlologîyê.

Wusa jî Emînê Evdal bi Etnografya Kurdan ve gelek mijûl bûye. Hînbûna rabun-runiþtin û erf-edetên Kurdan bo Emînê Evdal zehf tiþtekî heweskar bû. Pirsa paþtameyîna jinên Kurd ji ber çavê Emînê Evdal nedirevîya. Bîr û bawerîyên feodal jinên Kurd di nav tarîyê de çawa hiþtine? Di sala 1947'an de Emînê Evdal bersiva vê pirsê dide û wî li ser rewþa jinên Kurd, pirtûkek nivîsî, xebateke hêja pêkanî.

Emînê Evdal hîmdar û rikindarekî Edebîyata Kurdan e. Bo pêþveçûyin û gulvedana Edebîyata Kurdî li Yekîtîya Sovyetên berê, Emînê Evdal gelek xebatên kardar û adan efrandîye. Ji bo liberhevkirina destana Mem û Zîn zehf kebitî, gelek tiþt ji devê binecîyên Kurd girt û ew dane çapkirinê. Wî wusa jî por helbestên Kurdî nivîsî. Di helbestên wî de þoreþa Oktobrê, þerê hundir, biratîya gelên Sowyet li hemberî zordestên faþîst cîhikî mezin girtîye. Di sala 1935'an de bi navê "Bahar" helbestên Emînê Evdal hatin çapkirin. Paþê bi navê "Gulîzar" û "Casîm û Tosin" du berhevokên helbestên wî dîsa derketin.

 

LÛRÎ

Razê lawo delaê min,

Razê, hiþyar nemîne,

Binhêr bavê teyî amin,

Ketye bera defîne.

Bavê te bû beryê sor,

Ser avêye time dor,

Razê lawo, delalê min,

Teyrê bê xem, sero bin!

Berê meztir, bera wa,

Her welatê meye aza,

Oktyabrê ew da rewa,

Razê lawo huba dila!

Berê hukmê dewlet ya bû,

Bi hûnê welat me dest anî,

Niha mera her merane,

Razê lawo, her merane!

 

LAWKÊ DELAL

Xazil bi te, lawkê delal,

Muhba te pir, fikre zelal,

Kêfa te çiye, dengê teî zîz,

Kurê temiz, þîrnê ezîz.

Te nedîtîye rojêd melûl,

Te nebûy diz, tu nebûy qûl,

Selam vê rîya te tezera,

Þabûn gotî emrê tera.