JÎYANA CÎGERXWÎN
Dengê azadî û serxwebûna gelê Kurd, hozan û nivîskarê mezin, lîteraturvan, dîrokvan, fîlozof û polîtîkvanê înternasyonalîst, di sala 1903 de li bajarê Merdînê, nehîya Amûdê, gûndê Hesarê hate dinê. Navê wî yekem Þexmûs Hesen'e. Navê Cîgerxwîn wî paþta jîyana nivîskarîyê de girtîye. Dema ku Cîgerxwîn hîna zaroke, bavê vî diçe serheqîya xwe, salekî piþtî mirina bavê wî, dayika wî jî ji dinyayê koç dike. Cigerxwîn sêwî dimîne; dinav belengazî û tengazîyek da mezin dibe. Ji ber vê sedemê cîgera wî diþewiti, kwîla wî mezin dibe. Serda jî kirinên dewletên dacîkird êþ û derdê wî herçî çû zêde dibe, navê wî CEGERXWÎN lê tê danîn, ew jî vî navî digire, lê xwedî derdikeve. Cegerxwîn di zarotî û kortanîya xwe de, bona berdewamkirina jiyana xwe li gel axa erdçinînê dike. Di vê demê de zelp, zilim û kedmîtina feodalîzmê baþ nasdike. Mindalî û cehalîya Cegerxwîn derdora nehîya Amûdê û gûndê Hesarê derbas dibe.
Cegerxwîn di 18 saliya xwe de; di medresek Kurda de destpêkî zanyarîya olî dike. Xwendina wî 10 sal berdewam dike û dibe mele. Cegerxwîn di xortanîya xwe de, ji rojhilat heta roj ava, ji bakûr heta baþûr li hemû navçeyên Kurdistan digere, bajar, nehîye û gundîn Kurdistan nas dike. Cegerxwîn di sala 1924'de destpêka nivîsandina helbestan dike. Helbestên wî zêde li dijî nîr û kedmîtina feodalîzmê bûn. Di helbestên Cegerxwîn de jîyana Kurdan, daxwazîn hêvî û tekoþîna netewîya miletê Kurd hostetî tîne ser ziman rêgaya rizgarbûnê netewa Kurd nîþan dide, dengê xwe dijî nijadperestîyê û neheqîyê bilind dike. Cegerxwîn penûsa xwe hertim li dijî faþîzmê, emperyalîzmê û neheqîyê bi kar tîne.
Cegerxwîn di sala 1927'de zewicî. Di wan salan de li cem braderên Bedîrxan û hinek rewþenbîrên Kurd ên din endemê sazumana Xoybun bu. Ji bo derketina Hewar'e xebitî û wî di kovara Hewar de her tim nivîsî.
Cegerxwîn di sala 1937'de li nehîya Amûdê ji bona keç û xortên Kurd qursa xwendin û nivîsandina zimanê Kurdî vekir. Gelek ji xort û keçên Kurda hînbûna xwendin û nivîsandina zimanê Kurdî kir, di fikir û ramanên wan de bingeya ramanên dijî kolonyalîzmê, netewî û welatparêzî danî, xwenasîna netewî û þoreþgerî weku çekike da dest wan. Li piþtî þerê alemê yên duem Cegerxwîn li gel ronakbîrê Dr. Ehmed Nazîf Beg û hinek þaxsîyetên din, li Cizîrê Sazûmana azadî û yekîtîya Kurd damezrand. Dr. Ehmed Nazîf Beg bû serokê vê sazûmanê Cîgerxwîn ji bû sekreter. Ev sazûman paþde bû lîçekî Partî Demokratî Kurdistan kû li rojhilat û cenubî Kurdistan xebat dide, tenzîm dibe û þerê azadî û rizgarbûna dijî quvetên dacîkird dajoy. Di salên 1949-1957'de Cegerxwîn damezrandina Partî Demoqratî Kurdistanî Sûrîya de cîh girt û bû endamê Qomîta Nawendî yê vê partîtê. Di sala 1959'de Danîþgah Bexdadê, di Besê Kurdî da dersên zimanê Kurdî da.
Partîya kû Cegerxwîn nonerê Qomîta Nawendî bu; paþta navê xwe gorand û navê Partîya Demoqratên Pêþwerûyên Kurd li Sûrîyê girt. Cegerxwîn heta ji me xatirê xwe li wê dinyayê girt endamê Qomîta Nawendî û nonerê Ewropa yê vê partîyê bû.
Cegerxwîn di jînaya xwe de deh caran ji alîyê dewletên kolonyalîst ve hate girtin, lêdan û îþkence dît. Lê ew her tim serî bilind ma û bi mêrxasî li berxwe da. Cegerxwîn di jîyana xwe da nêzîkî 40 efirandin dan. Ji wan bîrdarîyên berz heft dîwanên mezin; Dîwana Yekan (1945), Sewra Azadî (1954), Kîme Ez (1973), Ronak (1980), Zend Avîsta (1981), Þefaq (1982), Hêvî (1983). Cegerxwîn bi xebatek hostetî xizmeta zimanê kir.
Seydayê mezin kû hemû jîyana xwe bona þerê rizgarîya netewî ya Kurdistan, aþîtîya dinê û mirovatîyê dabu; 22 Cotmeh 1984, sisê yê sibê, li Swêd, bajarê Stockholmê çavên xwe ji vê dinyayê girt. Îro Cegerxwîn hemû navçeyên Kurdistan seranserî welat jîyana karker, gundî û rewþenbîr, jin, kal û pîrên Kurdistan de bingêya xwe girtîye. Ew ne tenê ji bo gelê Kurdistan, ji bona xelkên alemê yên din hî hêvîye, stêrka rizgarbûn, aþtî, biratî û dilsozîyê ye.
DÎYARÎ
Ji xortê ko barê millet dane ser millê xwe, û bi dijwarî di nav tarîstana zor û setema dijminê Kurd ve bi gernasî derbas dibin. Ji wan gundî û cotkarê ko dibin zor û setema kavneperstê Kurdistan'ê de, piêt xûz û gerdanxwar, ji bo ko nanê zarokê xwe derxin, xebata destê xwe bi erzanî difroþin, sermayedar û xwedîyê gunda.
Ji bo wan gernasê ko di zindana de çavnêrîya ben û darê dijmin dikin û bi gernasî di riwê dijminê xwînxwar, setemkar de doza daxwazê Kurd û mirovanîyê dikin. Ji bo va tevare ez vê þîrokê bi diyarî pêþkêþ dikim. (Bêrût - 1973)
ZANÎN
Biborin, dema min ev çîrok çêkir, kevneperestê Kurd li Sûrîyê hefsarê rêzanî bi dest gel vê berda bûn.
Ji lewra me bawer dikir ku em dikarin bê sergêjî û bi hevre bighên hin doz, daxwazên xwe, lê mexabin ku ev bawerîya me çewt û þaþ derket.
Ji ber ku ji nûve rahiþtin darê xwe û bi hovîtî êrîþî me kirin û (heçî hatgo : Qafûro birawo) lê weke ku hatîye gotin (ji deve ketîye hop, hop jê tê) ca, berê zanîbûn ku nema karîbûn gelê Kurd bi hop, hopê rawestînin û carekê di limê siwarbin. Herwekû hatîye zanîn ku ne bi zorê, bi kevneperstê cîhanê hefsarê rêzanîyê milletekî bi hêsanî bernadin û nakevin nav rêza gundî pale û rêncbera, ji lewra gereke gelê Kurd baþ zanibe ku bi sergêjî, bi dijwarî nikare hefsarê rêzanîya xwe ji destê xwînmijê kevnperest derxi. Çawa ku hatîye gotin: (Dara ku mirov bi xwîna xwe av nedî, berê þêrîn nagrî) û destê tirsoneka sînga sipî nabîni.
SALAR Û MÎDYA
Ji rojhilat ve, serdarê cîhan,
Di nav çîyan ve, derket nagîhan.
Berê xwe da me, ji rojhilat hat,
Ronî xwe berda, ser dar û ava.
Ez dil nexweþim, derketim ji mal,
Di xwazim, herim tenha, bê heval.
Çîya bi carek, rêl û daristan,
Hemî dagirtin, bax û gulîstan.
Tîrêjê rojê, xwe berdane ser,
Rengîn bûne pel, kesk û sor û zer.
Ez rûniþtim, xweþ bê deng û bê hiþ,
Li hawir teba digerin xiþxiþ.
Li çi digerim? Hawir di nerim,
Bê deng û perim, diwêm bifirim.
Çîya bûne Dêw, ji Xo ditirsim,
Hawir dar û mêw, ji xwe dipirsim.
Ev rista xweber, ev dar û ev ber,
Kê wer saz kirne, ev rewþ û hiner.
Em hemî candar, kê em anîne?
Kîne em, kîne, kîne em kîne?
Li hawir, gul û çîçek û geya.
Di ser mera, pir bilindin çîya.
Þîpên avêne, diçin ber bi jêr,
Çuqlî di hêjîn, sor û kesk û zêr.
Çirîk, çirîkin çivîk difirin.
Li hawîr candar, li hev digerin.
Ez xweþ dikþênim, hilmê ji sorgul,
Xweê tê guhê min, awazê bilbil.
Hawîr min, rez û bustan û baxîn,
Sî û goyîn û kevok û zaxîn.
Di nav ava de, ordek û qazin,
Li ser latan, xweþ þahîn û bazîn.
Ketim gomana, sawîrên di kûr,
Hiþê min derket, di gerî û li dûr.
Derbas kirin wî, çend xêz û sînor,
Hawîr di nerî, li jêr û li jor.
Xwe winda kirye, wer maye bê hiþ,
Min di, pêjnek tê ji dûrve xiþ, xiþ.
Li xwe þîyar bûm, pêjne kêye tê?
Min dî, þepalek hate ser þetê.
Ebrû þevîne, bi civ þikestî,
Ji çavan dirjin, sist û mestî.
Por kirye wek tac, sipî dest û zend,
Bejna wê bilind, pir gewr û lewend.
Sîng û gerdan, wek berfa çîyane.
Du sêve soran, kiras hildane.
Kabik bilinde, qundera di pî,
Di gorade, çîm xuyane sipî.
Bu sorgula re, bi dev di kenî,
Hatîye, berê dara di çinî.
Bi herdû çava, xweþ lê dinêrim.
Di xwazim, sivik bi berde herim.
Weke me kewê, wê bigrim bi dest,
Dev û lêvdêm, ramûsim serbest.
Min da xwe, rabûm lê dil tirsim,
Li xwe hay di bûm, ji xwe di pirsim?
Ezê herim ku, ma qey ez hovim?
Belkî ew bê vir, e'jî mirovim.
Jinjî wekî mêr, xwedî bawerî,
Dibî li yek wek min, ew di gerî.
Lê min dî, þêrîn li min dûrî diçî,
Ez rabûm ser xwe, wek gurê birçî.
Goya, di xwazim herim bi gerim,
Bi herdû çava hawîr di nerim.
Di ser çîyan ve, diçim ber dara,
Car car di çinim, sêv û hinara.
Qadê didizim, da ez herim cem,
Çawa ez dîtim, xwe berda ber çem.
Min zû xwe berda, ber perê avê,
Sîya dara çû, ketim ber tavê.
Kevok di firin, teba di gerin,
Ez û þêrîn, kûr li hev di nêrin.
Em herdû tenha, ji me dûre gund,
Li hawir, lat û zenarin bilind.
Roja payîzê, lat kirne zêrîn,
Þalûl û bilbil li hawîr qerîn.
Saz û awazê awê bi xum, xum,
Guhê min da girt, bi berve di çim.
Gîham cem þêrîn, dil bi tirs û xem,
Piþta xwe da min, berê xwe da çem.
Pozê w bilind, porê zer û zêr,
Mijgulên çavan, xwe berdabûn jêr.
Dengê xwe lê kir, dil bi xem û tirs,
Na çare jêre me gotî, çend pirs.
Roja te pir xweþ, þehbala perî,
Ji min çi di divê, li çi di gerî.
Berê xwe da min, bi dev kenek xweþ,
Awir barandin, li dil çavê reþ.
Go: Çitkî li vir, mirovaî, canî?
Dêwe sê serî, li vir tu danî?
Ma kî di wêrî, ji tirsa axa,
Serbest bi gerî, li nav va baxa?
Wesa xuyaye, ji kes na tirsî,
Serbest tê nik min wesa di pirsî.
Ma qey nizanî, ev bax û bustan.
Ev þax û ev av, hemî daristan.
E mala axê, axayê navdar,
Hasin bi sarî di cûyî, xwînxwar.
Di çavê wîde, tim agir û pêt,
Xwîna milletê Kurd, wî hemî mêt.
Dijminê millet, rencberê neyar,
Bi xwîna millet, þîn kirin ev dar.
Babê mine lê nezan û xwîn xwar,
Dane ber linga, gundî û rencber.
Her dem talan û kuçtin û þewat,
Xwînê sor kir, ev zinar û lat.
Bê xwendin hiþtin, hemî jin û mêr,
Sindoq dagirtin, ji dînar û zêr.
Di bin destan de, çenmd hezar gundin,
Ji nav tevan, bes ez dame xwendin.
Lê îro çibkim, ev gund û bajar,
Xistin bin destê dijmin û neyar.
Çi karim bikim, ez jinim bê mêr?
Jin karî çibkî, meger bibî çêr.
Na xoþ ketîye, bavê minê kal,
Zengîne, zengîn, ne jin ne mindal.
Ez tenê mame, li ber destê wî,
Siba ew bimrî, di mênim sêvî.
Milet xeyîd ye, lê nakî selav,
Na dî destê me, yek ji tasek av.
Ji ber ku, bûye hevalê dijmin,
Êrîþ wî dikin, hemî mêr û jin.
Îro hê saxê, belkî newêrin,
Siba ku bimdî, wî na veþêrin.
Di xwazim, yekî gernas û zana,
Bidim destê wî, ez van rêzana.
Meger xwenda me, lê wê çibkî jin?
Na xwazim, tacê bidin serê min.
Çend sal di nêrim, di gerim, hawîr,
Lê min hîç nedî, yekî wilo jîr.
Bidim destê wî, van gund û baxa,
Piþtî babê min. ew bibî axa.
Bixin destê wî, hemî tac û dar,
Bijî di gel min, serdar û ser kar.
Sivik di gotin, ji min re ev pirs,
Di hêjîyan lêv, dil bi xem û tirs.
Destê xwe da min, destê sipî nerm,
Xwe berda ye, ser herdî riwan þerm.
Berê xwe da min, koveka kedî,
Ji min di pirsî, bi þerm û fedî.
Go hêvî dikim, bêjim mexeyde,
Li cem me, siba þahî û eyde.
Eger di xwazî werî, herin mal?
Bi bênî, rewþa bavê minê kal.
Gelek hêjaye, belê ne xwendî,
Ji me dûr xistin mirov û gundî.
Belkî babê min, te bikî ser kar,
Bixî destê te, hemî ben û dar.
Navê xwe bêje, eger di xwazî?
Awir ji min, dan bi rind û nazî.
Bi ken min gotê: Navê min Salar,
Bi ken go: Fermo, herin bû êvar.
Min go: Ezbenî, lê dev hew gerî,
Go: Bêje, çiman li min dinerî?
Min go: Dixwazim navê xwe bêjî,
Ji van lêvên sor, þekir birêjî.
Kenî, go: Navê xwe ez nizanim,
Lê xelk dibêjin: Kesnedî Xanim.
Li min dinêrî, dilxweþ û þahî,
Ji çavan dirjin, þewq û ronahî.
Min go: Navê rast bêje ka çîye?
Go: Te rast divê ezim Midîya.
Navê te xweþe, kevnare û rind.
Hemî ê we bûn, ev bajar û gund.
Navê babê te, çîye ezbenî?
Bi yarî, dostî, bimin ra kenî.
Dev ji navê wî, berda bû êvar,
Sîya zinaran, xwe berdaye xwar.
Fermo em herin, zû bighêne mal,
Çav nêrê meye, babê minê kal.
Hawîr difirin, çivîk kesk û zer,
Çirîk, çirîka çûkan li her der.
Çilpîyên daran, zer bûne wek zêr,
Sîya zinaran, xwe berdaye jêr.
Sor û kesk û zer, bûne pel û þax,
Hilmê dagirtin, ew newal û çax.
Nêzîke we bê, bi ser medem þev,
Destê wê min girt kiþande ber dev.
Min xweþ ramûsa, gelek bunijtim,
Li ser çokên xwe, li ber runiþtim.
Destê min kêþa ez rakirim zu,
Bi jorde hildam wê, herdû ebru.
Dema ez rabûm, gîhame ber dev,
Biskê ji miskê, li rû kirin þev.
Ketim gomana hemî reþ û kûr,
Ne dem, ne cî man di nêrim li dûr.
Destê xwe danîn li ser milê min,
Ji dil derketin derdeng û kulê min.
Bi xurtî danîn li ser milê min,
Dev û çav û dêm hemî kirin mêz.
Go: Bextê sipî ji ku tu anî?
Þahbalê perî li vir tu danî?
Min ji xo çi xwest kete lepê min,
Destê min girt û kete çepê min.
Min qatuf ji dest wê girt û meþîn,
Sazên avêne xumîn û xweþîn.
Li ser avan re diçin em sivik,
Têne govendê çuqlî û þivik.
Çend gavan em çun qersek sê derî,
Yîrêjên tavê mane li serî.
Çar qat û bilind, li hawîr Ebrac,
Di binya wê re çend malê Kurmanc.
Rengê kevnare her tiþt da zanîn,
Kê ev nexweþî ji bo me anîn?
Li ser piþta kê ev bircên bilind,
Ava bûne xweþ pir ciwan û rind.
Gemara destê karker û cotkar,
Xweþ bilind kirine ev kevne dîvar.
Li hawîr bax û bustanê pir xweþ,
Gul û nêrgiz û beybun hawir geþ.
Em gihan ber der, li me bu dereng,
Pêjin ji nayê bê kes û bê deng.
Min gote, þêrîn ev çîya domam?
Ev birca bilind çawa bê xulam.
Go: Millet hemî xulam û ber dest,
Lê çibikim kalê babê mi ne xwest.
Xwînxwar û mêrkuj nezan û zordar,
Birçî hiþtin tev gundî û rrencber.
Navdare, axa bi zor û setem,
Mirov û gundî hemî çû ji cem.
El jê xeyîdye, gundî asê bûn,
Xulam û rencber hemî ji cem çun.
Pezê bê xwedî maye bê þivan,
Li vê birca ha kes nabî mêvan.
Nadin destê me kesek tasek av,
Ken û girî go: Ez keç û ew bav.
Çibkim jîna bê dost û heval,
Ko dil ne xweþ bim, tif û zêr û mal.
Ev reng jîn çîye, naxoþ û bê tam,
Di vê qesrê de ne dot ne pismam.
Em çune qesrê eywanek mezin,
Lê mirov têde her ew û ezin.
Qesrek bilinde li hawîr þênî,
Li birca jorî, pûmek dixwênî.
Mîdya ez birim oda bavê kal,
Ji ber jana dil dikî nale nal.
Ji bîro derxist mersevek ji zêr,
Li ser danîne hin çetel û kêr.
Li ser mersefê hin sêv û xeyar,
Danîn ber bavê kal û yexteyar.
Kalo bi destan çend pirsan dibê,
Go: Werin herdû rûnin ser sifrê.
Mîdya gote min dermo rûnê cem,
Belkî tu derxî ji dil kul û xem.
Min da xwe rabûm ez çûm bi nazî,
Gote min: fermo rûne birazî!
Ez rûniþtim cem çi lê binêrim,
Min dî li hember piling û þêrim.
Awir vedan min pîrê kevneþêr,
Danîne ber min wî çetel û kêr.
Piþtî xwarin me ew sêv û xeyar,
Ji nu peyivîn ji aþ bajar.
Min dî axayê nexwendî, nezan,
Tuj û dijware wek kêr û cûzan.
Têne bîra wî çax û demên pêþ,
Divê bistênî ji gundîyan bêþ.
Milet birçîye lê hemî têr çek,
Di rojên pir teng siwar tên bi lek.
Di ber axê de hemî tên kuþtin,
Navek pir mezin wan jêre hiþtin.
Di ber axê de hemî diçûn þer,
Ew didan kuþtin axayê xwînxwar.
Axa ne xwendî bi tac û sinbêl,
Ji hev perçe kir wî milet û êl..
Tev berdane hev kuþtin û talan,
Gundên xwe berdan tev ketin çolan.
Lew mane birçî, tazî, pê rût,
Ji wan tije bûn Mûsîl û Bêrût.
Wê çibkin birçî na xwazin bimrin,
Li ser piþta xwe baran hildigrin.
Jinên pir civan bûne nav malî,
Naçare ji ber xwe dane alî.
Karker û cotkar destên xwe dan hev,
Hevdî dibênin bi roj û bi þev.
Ji hevre xwarin wan sûnd û peyman,
Hew bêþa didin axayê nezan.
Di rojên cejn û xweþî û þahî,
Li vir kom dibin tîp û alahî.
Gundî û gernas, siwar û leþker,
Bi rext û tiving di hatin ber der.
Kalo nexweþe lê pir þiyare,
Ji min re dibê rewþa kevnare.
Sinbêl û ebru sipî bûne tev,
Pesnê xwe didî agir tê ji dev.
Ev kûçik çawa li ber min rabin,
Eger ez bimrim ewê dil þa bin.
Lê ku ez rabim bi dar û qamçî,
Dîsan wan tevan bîhêlim birçî.
Guh mede carek herim cem çawîþ,
Bi çar quriþan wê saz bikî îþ.
Benda gundîyan qet naçî serî,
Dîsan wê bêne ber devê derî.
Hemî aloz û pê xwas û tazî,
Tu guh didî wan pîsan, birazî?
Min lê vegerand bi tore û nerm,
Berê xwe daye bê tirs û bê þerm.
Min go: Li cem te þahî û eyde,
Ezê çend pirsa bêjim mexeyde.
Çiqas mezin bî, beg bî, axa bî,
Bi xwazî çibkî, bê minet na bî.
Êrîþ bikin ew li ber derê te,
Ev tac namênî li ser serê te.
Ew ji wekî we dixwazin þadî,
Divên serbestî, gerden azadî.
Wekî we ew jî tev mêr û merdin,
Ew jî wekî we Mîtan û Kurdin.
Ewîn çêkroxên van rez û baxa,
Ê wek te kirin li ser xwe axa.
Di rojên tengî þêrîn li meydan,
Welat ji wan re we kirye zindan.
Bese van þêran ji bendan berdin,
Ew jî wekî we Mîdî û Kirdin.
Ev çi zencîr û çi bend û qeydin,
Mehêlin ji we ji dil bi xeydin.
Gelek hêjane navdare Kurmanc,
Wan da serê we ev kulah û tac.
Kê ava kirin ev xanên bilind,
Kê pêk anîne ev bajar û gund?
Ma kê rakirye ev çol û beyar?
Kê xwedî kirne ev bax û gulzar?
Bese þûyar bin ji xew dilovan,
Bibin wek bira axa û þivan.
Rê bidin millet bere þîyar bî,
Ta kengî wesan kêm û hejar bî.
Ji xortên nûrê çêkin xwendegah,
Da zû þîyarbin dibin bi agah.
Hêvî dikim çê guh bidî peyvê,
Wa xelk bi sarûx gîhane heyvê.
Ta kengî Kurdê bindest û bê nan,
Ji dijminan re þivan û gavan?
Di nav mede bin ev jan û mirin,
Ji dijmin re em bara hilgirin.
Eger çiqas win navdar û merdin,
Ji ku hatine, ma qey ne Kurdin?
Kes mezin nabî bê êl û welat,
Yekîtîya Kurda tilisma felat.
Ez wer dibêjim, þêrin guh li ser,
Van gotinan tev distênî ezber.
Destê xwe da min axayê mezin,
Go, ez nizanim xortî ya bi jin?
Min go: Ez xortim nû hatî, xwenda,
Ez ne axame, Kurmancê gunda.
Go: Ez pîr bûme nexweþ û bê kêr,
Ma hêjane çi ev sera û zêr?
Ezê te bikim serdarê welêt,
Tim qencî bike hingî ji te bêt.
Ez poþman bûme min berda û çû,
Dibên: Te berda êdî mede dû.
Keça xwe da te bibin jin û mêr,
Min sipardin we ev mal û ev zêr.
Pîroz bî li we ev cîhana xweþ,
Salê min gihan sed û bîst û þeþ.
Karê min bû her, talan û setem,
Hatin guhartin îro çax û dem.
Weke ko te got bê xwendin û kar,
Millet dimênî birçî û hejar.
Ji bo min divê gorek kûr û teng,
Bere bighê te, ev þapal û þeng.
Bi hevre bijîn herdû dilovan,
Li ber qesra min bibin dergevan.
Te pir dîtîye derdê xizanî,
Naxwazim bêjim tu çêtir zanî.
Da serê Mîdîya taca xweya zêr,
Pîroz bin li hev bûne jin û mêr.
Destê xwe da min nazdar û ciwan,
Þekir þikandin lêvên erxewan.
Ez birme qata bilind û banî,
Her diþt ji mire kirin xuyanî.
Ketin odakê xweþ û wek bihiþt,
Têde danîne çêroxê her tiþt.
Textek têdeya ji zêr û gewher,
Doþek û perde ji sorê mexmer.
Li ber dîwaran bi rêzin kursî,
Þêrîn gote min, ji min di pirsî.
Ev oda teye, tevlî min û text,
Te text divêtin, min jî divê bext.
Min lê dinêrî raste kes nedî,
Min da ber sîngê kevoka kedî.
Þev kete ser me, roj çûye ava,
Di qesrê de em bûn, bûk û zava.
Ji xem em rabûn min go : Kesnedî,
Were ez bêjim xewna ko me dî.
Go: Xêr bî xewna ko te dî bêje,
Þekir ji lêvên xwe zû bi rêje.
Min go: Kesnedî þeva dî min dî,
Ji qesrê der çun di bune gundî.
Hawîr di gerîn, em dil xweþ û rind,
Di dane milet me ev mal û gund.
Di nav wan de em dibûn bi rûmet,
Li dar dixistin millet hikumet.
Wan taca zêrîn didan serê te,
Hemî di hatin li ber derê te.
Di kirin gazî, bi qîr û lîlal,
Di hatin sema govend û dîlan.
Me ava kirin gelek zanîngeh,
Tanîn nav welêt bê jimar dezgeh.
Hate riwê min, Mîdya û zû got,
Bese xewna te hinavê mi sot.
Ez îro bûme ji bo te bin dar,
Ez te di xwazi, çîye ev gemar?
Kanî birjênî, berdî nav avê?
Îdî ew zor û setem, me navê.
A çê ewe ko, em herdû herin,
Gund, bi gund li nav millet bi gerin.
Qadê bi din wa hemî wekî hev,
Bi vî rengî em wan bighênin hev.
Ji wan rê vekin, em nexweþxana,
Têde xwedî kin Dektorên zana.
Ji zarokan re vekin xwendegeh,
Bere zû rabin, ji ser me guneh.
Ji wan derkevin xortên xwendewar,
Bi xin destê xwe ew ben û hevsar.
Dezga vekin em li her der û cî,
Bela nemênin tazî û birçî.
Welat bi carek bikin karava,
Serbest bijîn tev, bi roj û þeva.
Firoka çêkin, firokên mezin,
Bi hevdî þa bin, hemî mêr û jin.
Bere nemênin kîn û berberî,
Serbest bî milet ji hev bi gerî…
Min go: Pir baþe, Kesnedî Xanim,
Tiþtek nemaye, ku pê nizanim.
Belkî bavê kal nebêjî erê,
Çawa derkevin, ez û tu ji rê?
Ma kalê ne go: Çibkî di karî,
Ji ser milê wî rake vî barî.
Sibê em rabûn, herdû bûne cot,
Em gihane kê, me ev jêre got.
Dilê wan xweþ bû, bûn heval û dost,
Me qad belav kir li wan bost, bi bost.
Zevî û avî hemî bax û rez,
Xanî û pere tev, sewal û pez.
Þevreþ li ber wan tev bû ronahî,
Kete nav milet, govend û þahî.
Welat bi carek bûye xwendegah,
Gavanê gunda, bûne weke þah.
Berdan ser qadê, Dîcle û Firat,
Welatê me bû, bûka rojhilat.
Li ber destê me, petrol bû bi zêr,
Kes birþî nema, hemî bûne têr.
Di bîst salan de tiþtek kêm nehiþt,
Welat seranser, hemî bû buhiþt.
Ne zor, ne setem, ne þêx, ne derew,
Li ser zinaran, bû qeb qeba kew.
Trên li her der, li deþt, li çîya,
Her der bû bihar, bilind bû geya.
Rê bûne þose, otomobîl li ser,
Nema kes dixwî, axîn û keser.
Vebûn li her der bar û sînema,
Koça xwe bar kir, kulan û xema.
Ketin nav welêt þahî û xoþî,
Mala xwe bar kir zû bê qidoþî.
Di xwendinê de bûne pehlewan,
Hemî jin û mêr, tev rind û ciwan.
Her ro þahîye, dîlan û tevger,
Îdî me nehiþt, rêçak ji bo þer.
Hemî bûn heval, tev dost û bira,
Belengaz hemî bûn xwedî pera.
Kete dest milet hemî dar û ben,
Bûne weke hev, paþa û reben.
Li me pîroz bûn, hemî çax û dem,
Ketin bin qadê tev, zor û setem.
Dil xweþ dijîn em, ez û Kesnedî,
Îdî ev çîrok li vir diqedî.
Îsal hezar û nehsed û heftê,
Min ev dasîtan, xiste ber qeftê.
Jîna min heftê, li ser we digrîn,
Ji lew navê min bûye CEGERXWÎN.