GORAN
Helbestvanê mezin Goran li Kurdistana Bakûr ji bo pêþtebirina edebîyata Kurdî de karekî zehf mezin û hêja kiriye. Goran di sala 1904'an de li bajarê Halepçe hate dinê.
Goran biçûkbûna xwe li taxa Kurdistana bakûr derbas kir. Ew di sala 1921'an de kete teknîkuma pedagogîyê. Paþî qedandina vê dibistanê wî li bajarê Halepçe qasî 12 salan destdarî kir.
Goran di destpêkê de helbestên xwe ser nexþnîgarên tebîyetê û ser hub-evînê nitirand. Di vê demê de romatîzmê di nav helbestên wî de cîhikî fireh girtibû. Goran di vê demê da bi navê "Helbestvanê Bedewîyê" dihat zanîn. Lê paþê wî rîya realîzmê girt û rêke nû da pêþîya xwe. Ji wirdi û þunda Goran gelek helbestên azadîyê, rizgarîyê, dilþahî û aþîtîyê nivîsîye. Wî dijî paþverûtîyê, dijî zordestîyê serê xwe tu cara xwar nekir.Ji bo vê jî ew di nav salên 40-50'an de serhev car-carna hate girtinê. Goran paþî þoreþa 1958'a gîhîþte azadîya xwe. Ew di nav wan salan de gelek hate êþandin û wî derd û kulên mezin dît.
Goran di sala 1962'an de li Iraqê paþî hilbijartinekê bû endamê Komîta Aþîtîya Cîhanê. Ew di sala 1962'an de bo baþbûna nexweþîya xwe çû Yekîtîya Sovyetan berê. Di vê demê de navê Goran li hemû cîhanê baþ hate naskirin. Wî bi zimanê Erebî, Tirkî, Farsî û Ingilîzî wek zimanê Kurdî wusa baþ zanîbû.
Hettanî îro çar dîwanên Goran li Kurdistana Baþûr çap bûne.
Wusa jî Goran bi navê "Gula Xunê" û "Bu keke Nekem" du lîstikên tîyatroyê nivîsîye. Di van herdu pîyesan de nivîskar ser rewþa jin, bûk û keçên Kurd sekinîye. Xên jî vana gelek efrandinên din jî bi destê Goran hatine nivîsandin.
Ev helbestvanê navdar û jêhatî di sala 1962'an de li bajarê Suleymanîyê çû ser heqîya xwe.
ÊY KOTIR
Êy kotir! Êy þabal meþxelî spî
Bo gêþtî bo xarêst ebê raber bî,
Rêgay rast nîþandey be lawanî Kurd
Duþmin rêy tenîwîn be diway wird wird
Duþminî gewrey Kurd îstîmarî pir
Nokerî handewe, dest bidene þîr
Be rast û be çepa mil biwerênin
Sizay aþtîxwazî le gel bisenin
Em çilkaw xoraney împeryalîzm
Palewan keçelî rêgay Faþîzm
Her yeke le layek dîktatorêkin
Bo bê þermîkirdin eystire torêkin.
Tirsawin, be her guyçkin, hemû leþ çawin.
Hisabî coley mû, dengî nebezî dil,
Epirsin lewlawey ke lêy eken sil