HEMÎN

Heîn di sala 1921'an de li rojhilatê Kurdistanê hate dinê.

Hemîn bi Hejar û Qazî Muhammet ve tevayî ji bo avakirina Cumhurîyeta Kurda li Mehabatê zehf xebitîye. Ew hîmdarekî "Komela Jîyanî Kurd"e.

Hemîn, çawa di nav xebatên polîtîk de, wusa jî warê pêþtabirina edebîyata Kurdî de karên hêja û girangbiha kirîye. Cara pêþîn helbestên Hemîn ser rûpelên rojnamên "Kurdistan", "Hewarî Niþtiman" û "Hewarî Kurd" de hatin çapkirin.

Gelek helbestên Hemîn bi zimanê Azerî derketin. Ew çawa di nav Kurdan de, wusa jî di nav Azerîyan de zehf hate hezkirin. Ji bo wê yekê ku Hemîn di helbestên xwe de pirsa înternasyonalîzmê û biratîyê zehf baþ nitirandîye.

Di sala 1976'an de helbestên Hemîn di nav pirtûkekê de hatin berhevkirin û ev pirtûk li paytextê Iraqê bi navê "Tarî û Ronahî" hat çapkirin.

KURDIN EMIN

Gerçî toþî rencerayî û hesiret û derdim emin

Qet ledes em çerxe sîple nabezim, merdim emin

Aþqî çawî kejal û gerdnî pir xalnîm

Aþqî kêw û talan û benden û berdim emin.

Ger le birsan û leber bbergî îmro req helêm

Nokerî bêgane nakim ta le ser herdim emin.

Min lezîncir û tenaf û dar û bend bakim nîye

Letletim kin, bimkujîn, hêþta delim Kurdim emin.

(Þilan awî, 1942)