HACÎ KADÎR KOYÎ
Di sedsalîya 19'an de Êl -eþîrên Kurd hevnedikirin, pevdiçûn û bela pêþkarî hev dibûn. Ji ber vê yekê yekîtîya Kurd ketibû nav tengasîyên mezin. Vê yekê tenê hêzên kolonyalîst re dest dida. Helbestvan û welathizê mezin Hacî Kadîr Koyî ji ber vê yekê zehf berxwe diket. Feodalîzm bubû barekî giran li ser milên gundî û rençberên Kurd sekinî bû. Cara pêþîn di vê demê de Hacî Kadîr Koyî li hemberî bîr û bawerîyên feodal dengê xwe bilind dike.
Ew di sala 1815'an de li taxa Koysancaxê hate dinê. Ew li ber destê feqî û melleyên zane mezin dibe. Wî li gelek bajaran melletî kirîye.
Ji Demekê û þunda Hacî Kadîr Koyî diçe Stembolê û di hettanî mirina xwe jî li wir dimîne. Gelek salan li Stembolê ew di nav kom û komaleyên Kurdan dixebite. Doz û pirsa azadîya gelê Kurd bi heval û hogirên xwe va tevayî di nav karker, xwendekar û ronakbîran de bela dike.
Hacî Kadîr Koyî di rêça Ehmedê Xanê'da meþîyaye û bûye peyketîyê wî. Ji bo vê jî pirsa hevgirtin û yekîtîya Kurdan di nav helbestên wî de cîhikî fireh girtîye.
Ew li Stembolê çend sala dibe dersdarê lawên Bedîrxan Paþa. Hacî Kadîr Koyî di sala 1894'an de li Stembolê çûye ser heqîya xwe.
MEM Û ZÎN
Zemane resmi caranî ne mawe,
Ciraxi nazim û minþî kujawe.
Le dewri ême roman û cerîde,
Egerçî meqsed e, zanînî bawe,
Eman qedrê bizane em kitêbe.
Le dinya êstekî hemtay ne maw.
Le eyamî heyati þêxi Xanî,
Le ser nisxey xet ew nû sirawe.
Le layî erbabi xoy bo qedr û qiymet.
Xezîney gewher e, û kîsey diraw e.
Le mecnûhi diwel, Soran û Botan.
Le sayey em kitêbe nasirawe.
Le Kurdan xeyri Hacî û þêxi Xanî,
Esasi nezmi Kurdî dane nawe.
HER KURD E QISA BAVÊ XWE NIZANE
Ger kurdek qisa bavê xwe nizane,
Muheq dayka wi hêze û bavê wi nizane,
Were, bo te bikim basa nihayet
Tifin xweþe, ger tu çakî bizanî,
Salahedîn û Nûredînê Kurdî,
Ezîzanê Cizîr û Mûþ û Wanî,
Mihelhel þerda þerê Deysemî þêr,
Qubad û baz û mîrê Erdelan,
Evîn pakê wan kurdin nihayet,
Ji ber bêdefterî wun bûn û Xanî,
Kitêb, defter û tarîx û kaxez
Ger bi Kurdî bihata nivîsandin bi zemanî,
Mela û zana û mîr û p'adþayê me,
Heta muhþer dema nav û niþtimanî.