EDEB EBDILA

Di sala 1862'an de li herema Mukrîyan li gundê Ermenîbûlaxê ji dayîka xwe bûye. Ew cîh îroj li Kurdistanê xarû de ye. Xwendinek baþ pêkanîye. Zimanê Erebî û Farisî hîn bûye û zanîna xwe pêþda birîye.

Edeb Ebdila, helbestên xwe li ser dildariyê nivîsandiye. Helbestên xwe bi navê dîwana wî hatine çapkirin.

Edeb Ebdila di sala 1912'an de çûye ser heqîya xwe.

WÊ SEHETA KU MIN NAS KIR…

Wê seheta ku min nas kir ew dilbera þenge,

Ew tirkê kevandar, ew xemze xedeng,

Ew þahde tetere, her ew mahî fireng,

Ew yara cefakar di gel me serê ceng,

Her dilbera pare, her ew yara stemkar,

Ketme li ber pê wê, min got: "Ey gula re'ne",

Ey ruhê rewanim, çi bi sûret, çi bi me'na,

Her ci ku ferman ki, sime'na û a'te'na,

Ma þêt fe'lit walî alan qine'na,

Niha were kerem ke, ji çi bûyî jivê miqdar,

Ey lale ruh û tîre wek miþkî teterî,

Sed canî ezîza min bi fîdayî xunçe zarî,

Çi te jî min xeta dîtîye, ku li nik kenarî,

Ferman ke, li ser çi di gel me bi niqqarî,

Saleke li ser çi tu ji me rawa seraserî,

Kerem ke, çi hingavê gil û wextê edaye,

Îþev þeva îþ tireb û bezm û sifaye,

Seyrî serê kulma min bike, te tirê nûra çiraye,

Þehdî dehenim ke, ku deda te'na ji kewser,

Tebi fikir ji Xurþîdê Cemalim tae'mil,

Sinbulê e'cba bo çi dida bîna qirinfîl,

Þevgarîya te eslî nîne hingava nixafil,

Îþev þeva eyþa nehkayeta Skender,

Her wa got rubendê wela da bi qifêda,

Zilfê bi serê pence li ser erdê da alîkî,

Ew tele'ta wek nehê li nav zilfê reþda,

Rojek bû tilwe'y bûlinav lîlê di cîda,

Ronkayî xiste nav hemû xite û benderan,

Ser kumî gulê daye lala xumaren,

Zibî serê du kulma du gîsoyê metran,

Carekê xem û geh hilqê û carekê digora,

Carekê bi ser kulme, carekê li ser ra,

Wek pêç û xemî dude li ser micmerî azer.

(Dîwana Edeb, rûyê 40-42)