KURDÎ

Kurdî, di navbeyna 1809-1849'an de bi jîyanek rûmet û kurt jîyaye. Navê Mustafa Begê Kurê Mehemed Begê Ahmed Beg e.

Ji xelkê Sûleymanîyê ye. Di zarokatîya xwe de li Sûleymanîyê hînî çandîya Kurdu bûye. Di xortanîya xwe de li gelek warên Kurdistanê gerîyaye. Di dawîya emrê xwe de heya Ecemîstanê çûye. Li Tehranê ji bo zarokên þahê li Ecemîstanê mamostetî kiriye.

Li paþê êrîþên Osmanîyan li ser Kurdên Baban bûyîn bûye bingeha helbestên wî.

Di nav Kurdên Baban de hebûna ewqas þaîr û ronakbîrên Kurd gelê me yê vê navçê ronahî xistîye û tevgera Kurd azadîxwaz heya îro jî berdewam kirîye.

Hozan Kurdî jî wekî hozanên Kurdistanê yên din, dil û hinavên wî ji dest zulm û zordarîya dagirkerên Kurdistanê peritîne. Ewa çel salî jîyaye, lê belê hûstîyê xwe li pêþ neyaran xwar nekirîye.

EZÎZNO EZ EWARÊ CEM WE

Ezîzno, ez ewareme cem we,

Ji mezluman li çolê, li welatê we,

Hûnin padþaê lefz û edalet,

Bi xuda heyfe birencînin gedê we,

Eger çi xak û holê rehguzarim,

Bi tefsîlat bibînin macra we,

Ku ez çûm cehnemê pir mekin jî min,

Ji min xalî mekin koþk û sera we,

Ez mehwî bibim rojê du sed car,

Bi qurbanê geda û pedþaê we,

Mebêjin sûd ne bû ji rûyê cehnema min,

Serê min li qelxane, bo tîra wê qeza we,

Nesîmî koyî tu xatir dikî cem,

Bona tîra pêþîva panîya we,

Ezim serkarê wê bo leþkerê xem,

Ditirsim ez herim, biþke sipa we,

Eger þer be, eger dil be, eger ruh

Hemû çûn, çiya êdî tema we,

Sefera me çû, kê rê hat û ne hat,

Dua ji bo me bikin, hun bi xudaê xwe,

Lava Kurdî waye car-car

Bînin bîra xwe mehbûba rîya we.