ESKERÊ BOYÎK
Nivêskarê jêhat û helbestvanê bi nav û deng Eskerê Boyîk di sala 1941'an de li gundê Qundaxsazê hate dinê. Eskerê Boyîk xwendina pêþîn li vî gundî û Elegezê qedand. Di sala 1961'an de Esker, dikeve Enstîtu ya Malhebûna gundîtîyê û zanîngehê di sala 1966'an de dawî dike. Paþê xwendina xwe pêþde dibe û di dawîye de dibe doxtorê malhebûna gundîtîyê.
Di warê edebîyatê de jî Eskerê Boyîk tu wext þunda namîne. Wî hettanî niha gelek helbest, serhatî, tîyatro û gelek nivîsarên din nivîsandîye. Cara pêþîn ji alîyê wî de bi navê "Þiverê" pirtûkeke helbestan hatîye çapkirin. Di sala 1972'an de berevoka Eskerê Boyîk ya duyemîn "Kulîlkên Çîya" li Erîvanê derket. Wusa jî nivîskarekî Kurd bi navê "Baran" ev pirtûkka wergerandiye zimanê Tirkî û li Stembolê hatîye çapkirin.
Eskerê Boyîk bi navê "Sinco Qîza Xwe Dide Mêr" dramek jî nivîsîye. Di vê dramê de nivîskar ser rewþa jinên Kurd sekinîye. Nivîskar dide xuyanî ku jinên Kurd ji destê feodalîzmê bextreþîyên giran û gelek rojên reþ dîtine.
Eskerê Boyîk wek dengbêjekî xetên xwe zehf baþ bi hev anîne. Di nav van xetan de welathizî pirsek e li berbiçev e. Tu dibêjî welathizî bûye kevir li ser dilê wî sekinîye. Ew di bin vîî barê giran da bûye dengbîjî berbanga welatê xwe, ew welatê ku nivîskar bi çavên xwe va tu wext nedîtîye…
ÎNÊ CAN
Kulîyê berfê danîne
Ser serê te, inê can.
Her yek keserê tîne,
Ewladê te, inê can.
Te çetinayî zef dîtin,
Berf û baran, inê can,
Piþta te ça peyankim
Barê giran, inê can.
Êdî mezin im îro,
Tu yî min ra, inê can,
Bextê min ra tu gîro,
Ruh î min ra, inê can.
Îro berf ê û pûs e
Ser serê te, inê can,
Ka destê te ramûse
Eskerê te, inê can.
Kalkê min nava çîya da,
Mîna qeya sert bûye,
Mîna cewa zelal
Mîna kanya merd bûye.
Ruhê wî nazik bûye,
Þiveta kulilkê çîya,
Kevir, kuçik dihelin,
Wextê ku em distire.
Hêrsa wî mîna ewra
Birûsk dide bi qirçîn,
Wextê eþqê dibe ça,
Ezmanê sayî, þîn.
Ber tevê (tavê) qimilîye
Lê xeyset va xemilîye,
Kalkê min nava çîya da
Mîna çîya bilind bûye
Kalikê min xwelî padikir
Jo cot,
Vedigeriya û ji min ra digot:
"Sal derbas dibin, lawo,
Temya min te ye,
Rokê jî tê binhêrî,
Kalko tune ye.
Hînbe ziman û zeysetê xwelyê,
Ku bîna kal û bavê me te bê."
…Sala kalkê min xwe ra bir,
Û îro ez sekinîme li vir
Ber xeta xwelyê
Û jê
Bîna kalkê min tê…
(Kulîlkê Çîya, Erîwan, 1972)