KAMURAN BEDÎRXAN

Kamuran Bedîrxan di sala 1895'an de li Tirkîyê, li bajarê Stembolê hate dinê. Wî salên zoratîya xwe li taxa Cizîra Botan, di ser erdê kal û bavaê xwe derbas kir. Di nav wan salan de li bakûrê Kurdistanê welathizên Kurd li hemberî Roma Reþ þer dikirin. Di sala 1925'an de bi pêþengîya Þêx Seît li Kurdistanê serhildaneke mezin teqîya. Du vê serhildanê zordestîyên li ser Kurdan her çûn zêtir bûn. Paþî vê yekê gelek binecîyên Kurd derbasî Sûrîyê bûn. Di nav wan de malbata Kamuran Bedîrxan jî hebû.

Kamuran Bedîrxan bo xwendina bilind diçe Elmanyê û li bajarê Leîpzîg'ê dest bi xwendina hiqûqê dike. Çi wextî xwendina hiqûqê diqedîne vedigere Kurdistanê. Ew bo derxistine kovara "Hawar" li Þamê zehf dixebite û alîkarîkê hêja nîþan dide. Dîsa di destpêka sala 1940'an de li Beyrutê Kamuran Bedîrxan bi zimanê Kurdî-Frensî kovara "Roja Nû" derdixe. Van herdu kovara jî di warê pêþtaçûyîna zimnaê Kurdî u di warê gulvedana folklora (zargotin) Kurdî de roleke mezin lîstin. Gelen nivîskar û helbestên wî di van kovaran de wext-wext hatine çapkirinê.

Di sala 1932'an de berhevkirina helbestên Kamuran Bedîrxan li Þamê bi navê "Dilê Kurê Min" hate çapkirinê. Demekê þunda Almanekî ev pirtûka bi navê "Der Adler Kurdistan" wergerande zimanê Almanî. Nexþ-nîgarên welathizîyê di nav helbestên Kamuran Bedîrxan de cîhikî fireh girtin.

Kamuran Bedîrxan ji alîyê din de li ser zimanê Kurdî xebatin ê kardar, kêrhatî û hêja pêkanîye. Li paþê Þerê Cîhanêyî Duyemîn ew diçe li Parîsê dikeve zanîngeha Sarbonê û dibe doktorê zimanê Kurdî. Gelek salan ser rêzmana (gramatîk) Kurdî karên zanistî çê kir. Cara pêþîn li Frensê di sala 1959'an de bi navê "Gramera Zimanê Kurdî" pirtûkeke wî tê çapkirin. Ew hettanî mirina xwe li ser zimanê Kurdî ji sedî zêdetir efrandinên giranbiha dinivîse. Di jîyana xwe de wî bi giranî serê xwe bi zimanê Kurdî ve êþandîye û duvî warî de keda wî pir derbas bûye. Kamuran Bedîrxan binge û hîmên zimanê Kurdî zehf baþ kolandîye.

Kamuran Bedîrxan wusa jî gelek "Çarînên" helbestvanê Ecem, Omer Heyyam wergerandîye zimanê Kurdî.

Ew di sala 1978'an de li Parîs'ê çû dilovanîya xwe.

BI YEK BIN

Þêx, axa, beg, gundî, pale hemî

Birayên hev in, welat bi xebat û

Xêreta wan hemûyan aza dibe.

Gundî û mela û þêx û axa,

Seyda û feqî, nezan û zana

Em Kurd in; erê û yekdil in em;

Þabûnî û matemê de hemdem.

Axa û mela û pale, koçer,

Kurd in û hemî bira ne yekser.

Xelkê me hemî; ji qehr û derda

Gava digirî welatê Kurda

Rabûn û gîþa ji dil, û tev da

Gundî weke pale, þêx û axa,

Pev ra xwe ji bo me dane kuþtin.

……………………………………

Gundî û feqî û þêx û pale;

Pev re dikirin fîzan û nale.

Er û þerefa me pak e; Kurd in;

Xwîn û neseba me çak e; Kurd in.

Axa û mela û pale, koçer,

Kurd in û hemi bira ne yekser.

Mêranî û xeyret û þehamet,

Kevnar e, li cem me rêz û adet

Erdê me delal e;xemrevîn e

Tirba Mem e ew, welatê Zîn e.

Axa û mela û pale, koçer,

Kurd in û hemi bira ne yekser.

Xeyda hev û du ji dil derînin,

Kurd in hemî em kezebbirînin,

Tirsa we me be ji pûk û badev,

Ilm û hunera xwe gî bidin hev.

Axa û mela û pale, koçer,

Kurd in û hemi bira ne yekser.

Xelkê me hemî; ji qehr û derda

Gava digirî welatê Kurda

Rabûn, û giþa ji dil, Û tevda

Gundî weke pale, þêx û axa

Pev ra xwe ji bo me dane kuþtin.

……………………………………

Dibistan

Dibistan pirr xweþik e,

bi hogir û hevalan,

bi nivîs û mamoste,

bi çîroka newalan.

Em hemî jê hez dikin.

Ji bo zanînê kanî ye.

Tê de kenîn, leyistok,

dibistan xweþ xanî ye.