AHMED MELE BATÊ

Ahmed Mele Batê, Çolemergê li gundê Batê, di sala 1417'an de hatiye dinê. Li ser jînenîgarîya þaîrên Kurd pirranîî A. Jaba lêkolînên hêja pêk anîye. Di vî kar û barê xwe giranbiha de ji bo Ahmed Mele Batê jî pirr tiþt nivîsandine. Dîwana wî ya bi destnivîsî, Mewlûd û destana bi navê "Zembîlfiroþ" A. Jaba dema li ser þaîrên Kurdistanê kar kirî da ewna bi dest xwe xistine. Îro ew karên Ahmed Mele Batê yên bi dest ketin li Lenîngradê têne parastin.

Li Sowyetîstanê li ser "Zembîlfiroþ" Kurdnas Jakelîn Sûrênovna di sala 1978'an de karê xwe yê zanîstî weku doktora pêk anîye. Hebûna ew destanê Kurd hêja carek din pêþ çavên folkloristên dinê rêxistîye.

Destnivîsarek "Zembilfiroþ" ji alîyê Murad Xanê Bayezêdî ve jî hatîye nivîsandin. Ew destnivîsara jî weku ya Ahmed Mele Batê bi xwe nivîsî gelek baþ hatîye nivîsîn.

Ahmed Mele Batê di sala 1491'an de çûye ser heqîya xwe.