KARLANÊ ÇAÇAN
Karlanê Çaçan di sala 1929'an de li nehîya Ararasê hate dinê. Wî di sala 1952'an li Êrîvanê faqullta Dîrokê qedand. Li paþê ew çend sala di rojnama "Rîya Teze" da xebitî.
Di jîyîna xwe de Karlanê Çeçan ser dîrok û dîroka gelê Kurd xebatin ê zehf bi kêrhatî û hêja pêkanîye. Di sala 1977'an de li Êrîvanê pirtûkeke bi navê "Pismamtîya Cimaeta Ermenîya û Kurda" ji alîyê Karlanê Çaçan ve hat derxistin. Di vê pirtûkê de nivîskar ser dostî, pismamtî û biratîya van herdu gelên rojhilatê sekinîye.
Ji alîyê din de Karlanê Çaçan di warê edebîyatê de jî gelek efrandin pêkanîye. Piranîya helbestên wî ji bo zarokan hatine nivîsandin. Karlanê Çaçan gîyanê (ruh) zarokan zehf baþ naskirîye, ji bo vê jî helbestên xwe bi dilekî þa pêþkêþî zarokan kirîye. Pirtûkê wîna ên ku hatine çapkirin evin; Ahmedê Egît (1958), Gul (1960), Þêr û Kew (1961), Berbanga Welatê Min (1967), Baqa Tav (1972), Pirsa Kurdan di Nav Rojname û Kovarên Ermenîyan" (1981).
WETEN
Hezar-hezar lal û dur;
Û zêr û zîv bidne min pir.
Dor-berê min tev cewehir,
Ezê bêjim Weten li vir.
Hezar-hezar keçê horî
Li min bidin maþok, gorî,
Û bistrên lewzê yarê,
Ezê bêjim Weten virî.
Hezar-hezar tîr û kefan,
Wercelê min bibin mêvan.
Ezê bêjim Weten, Weten,
Dilê min da Ermenîstan.