KAÇAXÊ MIRAD
Kaçaxê Mirad di sala 1914'an de li Qesrê, li gundê Tendurekê hate dinê. Malbata wî malbateke kesîb û belengaz bû. Ji ber vê yekê wî êþ - birîn û derd û kulên mezin dîtîye, vê yekê gelek tiþt hînî wî kirîye.
Kaçaxê Mirad gelek salan di rojnama "Riya Teze" de xebitî. Ew dewsgirtîyê redaktorî vê rojnamê bû. Kaçaxê Mirad li Erîvanê dibistana dersdarîyê qedan dike û dibe mamoste.
Di sala 1939'an de Kaçaxê Mirad þerê Cîhanê a duyemîn dibe û hemberî hêzên faþîst þer dike. Paþê ew demekê di televîzyona Ermenîstanê de dixebite.
Çend salan û þûnda Kaçaxê Mirad ji ber xebatên giranbiha û hêja ew xelata bi navê "Stêrka Sor" distîne. Ew berî mirina xwe endamê Yekîtîya Rojnamevanên Kurdî ji alîyê Kaçaxê Mirad'de hatîye nivîsandin. Ew di sala 1979'an de çû dilovanîya xwe. Lê wî bi dû xwe re gelek efrandinên nemirî ji me re hiþt. Wî gelek helbest nivîsîne û ji wana gelek jî wergerandine zimanên biyanî. Bo pêþtabirina edebîyata Kurdî keda Kaçaxê Mirad gelek derbas bûye. Ji alîyê wî de gelek pirtûk hatine çapkirin: Þewk, Bihara Teze, Gava Çara, Gulperî û gelekîn din.
![]()
BAHAR XEWE RABÎ
Bahar xewe rabî
Pelge darê þîne.
Gûla nazik vebî,
Þayê xwe ra tine.
Çîke wîte-wîte,
Be gazin û seme.
Refe wanî çitee,
Dil çegerî ceme.
Kerî di deþteye,
Caîra xirmîne,
Þivan tenîþteye,
Bilûr digujine.