ÎBRAHÎM AHMET


Îbrahîm Ahmet bi xwe rojnamevan, nivîskar û helbestvanekî navdar e. Ew di warê gulvedana edebîyata Kurdî de zehf xebitîye û vî warî de keda wî zehfe.

Îbrahîm Ahmet di sala 1914'an de li bajarê Suleymanîyê hatîye dinê. Paþî qedandina fakulta dadgehîyê, wî gelek salan avûkatî kir. Ew di nav wan salan de bubû xortekî serwext û hiþyar. Paþî vê yekê wî çawa di nav xebatên polîtîk de, wusa jî di nav karên rewþenbîrîya Kurdî de hertim bi aktîfî cîh girt.

Di sala 1939'an de bi destê Îbrahîm Ahmet kovara "Gelawêj" (Navê Stêrka Sibê) derket. Ev kovare hettanî sala 1949'an jî derxistina berdewam kir. Paþê "Gelawêj" qedexe bû û redaqtorê wê jî hate girtin. Li ser rûpelên vê kovarê çawa efrandinên nivîskarên Kurd, wusa jî gelek wergerên nivîskarên biyanî hate çapkirin. Di wê demê de Gelawêjê bo pêþtabirina çand, ziman û zargotina Kurdî de roleke gelek mezin lîstîye.

Îbrahîm Ahmet piþtî ku bû redaktorê rojnama "Xebat"ê. Ev rojname ji alîyê Partîya Demokrat ê baþûrê Kurdistan de derdiket. Ew demekê þunda jî bû sekreterê partîyê. Di vê demê de Îbrahîm Ahmet hemû giranîya xwe danî ser xebatên sîyasî. Lê paþê Îbrahîm Ahmet bi Barzanî ve ser hinek pirsan li hevnekirin û pevçûn. Paþê ew ji endametîya partîyê hate derxistin.

Nivîskar Îbrahîm Ahmet bi piranî çîrok û serhatîyên kurt nivîsîye. Wî wusa jî gelek helbest pêkanîye. Îbrahîm Ahmet di çîroka bi navê "Xazê" da bi dilekî keser ve êþ - birînên keçeke Kurd- Xazê dikolîne. Nivîskar di çîrok û serhatîyên xwe de nîþan dike, ku bîr û bawerîyên feodal bi hezar salan gelê Kurd di nav tarîyê û nezanîyê de hiþtine.

Di sala 1958'an de li bajarê Kerkûk'ê bi zimanê Kurdî û Tirkî kovarek bi navê "Þefek" ji alîyê Îbrahîm Ahmet ve tê derxistin. Di nav rûpelên vê kovarê de gelek efrandinên bedewîyê hatine çapkirin.

Dîsa Îbrahîm Ahmet ser peywendîyên Kurdan û Ereban pirtûkek jî nivîsandîye.

BEREW RONAKÎ

Le naw cergî tarîkyêwe,

Dest bi kelepçe û tewq le mil

Û zincîr le pê

Le kangay nezanî û hejarî

Û dilêwê kewtîme rê

Hatûm, erom berew ronakî.

Piþtim darzawî cezrebey qemçîye,

Nawçewanim tifî pîa dîte xwarê,

Pêm þewî dar karîye,

Fîrmêsk le çawma getîs mawe,

Piþtim be ser êskma wuþk bûtewe,

Belam be dilêkî wek polawe,

Rêm girtûde ber,

Erom berew ronakî.

Mandûm û rê gakem dûre,

Birsîm û dijminanakim têrin,

Rûtim û ewan poþten,

Bê hêzim û ewan bedes helatin,

Min dest û pê bestrawin û ewan berelan,

Le gel ewaþ da, be wistinekî naqor

Û be giyanekî nebez û zatekî merdane

Erom berew ronakî.