Feqîyê Teyran
Dinênasina Feqiyê Teyran gelek fire ye. Ew di nav helbestên xwe de zef kûr, hûr û dar fikirîye. Bo vê ji Feqiyê Teyran bi helbestên xwe va wek filozofan hatiye hesibandin.
Ew di sala 1302'an de li hêla Çolemêrgê, di gundê Miksê da hatiye dinê. Ew di sala 1375'an de jî çû dilovanîya xwe.
Helbestên Feqîyê Teyran berî hezar salan hatine nivîsandin, lê ewana gund-gund, hêl hêl û êl-êl ser zar zimanê gelê me geryane û hatine gîhiþtine van rojên îroyîn. Helbestên wî bi kûraya hezar salan bedewîya xwe parastine û ji hebûna xwe tu tiþtek winda nekirine.
Feqîyê Teyran helbestên xwe bi zimanê gundî, rençber, þivan û gavanan va nivîsaye. Bo vê jî zimanê helbestên wî pir zelal û pakij e. Tu tengasî û dijwarik di nav helbestên wî de tune ye.
Feqîyê Teyran tu wext heznekirîye bibe berdevkê mîr û hakiman. Wî hertim doza rençber, gundî, merivan kesib û belengaz di nav helbestên xwe de nitirandîye. Ji ber vê yekê jî ew bûye dengbêjek azadîyê û dengê xwe bilind dike;
"Ez dengbêjim hatim li ha
Heta hebin dengê Mîra
Ezê binivîsim ser kaxeda
Ne diçim dêra, ne mizgefta."
Bi vî tehrî Feqîyê Teyran hertim bûye dijminê kedxur û dewlemendan.
Di helbestên wî da ji çawa tê dîtin wî hebandin û bawerîyên vir-derew va, serê xwe, ewqasî ne êþandiye. Ew li ser riya rastîyê tu car venegerîyaye.
Feqîyê Teyran di destana bi navê "Dota Gurca û Þêx Senan" de biratîya herdu gelên rijholatê Kurd - Gurcî zehf baþ nîþandaye.
Helek helbestên Feqîyê Teyran di sala 1974'an de bi destê Aramê Çaçan hatine berhevkirin û çapkirinê. Ev berhevoka bi navê "Tenbur" li Ermenîstanê derketiye.
![]()
DENGBÊJÊ JARANÎ
Ne bayî,
Ne baranî,
Ne lêmiþtî,
Ne narî.
Hunirê giranî,
Þemala dilanî,
Teyrê gomanî,
Dengbêjê jaranî.
Methê dilê xejî,
Ha dinivîsim, ha dibêjim,
Ha distrêm, ha dikelijim,
Dîsa bi kaxez bêjim,
Ne kerim ne gêjim.
Dijminê mîrê decalim,
Mehmûd Feqîyê Teyranim
Bira xudê þihedê me be,
Biçûk ê bêjin reme te be.
![]()
MIHACÎR
Ez dengbêjim hatim vira,
Heta hebin dengê mîra,
Ez ê binivîsim ser kaxeda,
Ne diçim dêra, ne mizgefta.
Çolê bimînim ez bê cil,
Ez ê bikim hewar û gazî,
Çiqas bimînim hêsîr û tazî,
Dil jî halê wan dilerizî.
Qeder ê bê rojak diyar,
Ê be gotinê navê min ê jar,
Metha bidin car bi car,
Lawê bêjin bi kitêb û zar.
Ê derbazbin rojên xefûr,
Ê bên rojên qenc ên kibîr,
Xwe re bikin ra û tevdîr,
Hêsîr nebin ber zulma mîr.
Gul ê rabin bihar bihar,
Mêrg ê þînbin mîna hercar,
Avên kaniya bizên zelal,
Ê tunebe Feqîyê dilsar.
Lê ez diçim xortên cahil!
Hezbikin! Gerek ê þerbikin timê,
Hezbikin hûn jî jin, zaro û ahil,
Pêþîya mîra, pêþîya zulmê.
FEQÊ TEYRAN Û DÎLBER
Way Dîlbera dêm bi þemal
Bo te digerim war bi war,
Her bo te bûm xirab mal.
Tu Dîlbera esîl zade
Te ji min birîye çax û wede,
Qinyat dilda bûye bê sewde.
Tu dîlbera mine E'nela,
Îro qewî ji min bûyî cuda,
Ez mame bêhiþ û bê sewda.
Tu dîlbera derê bê qeyayê,
Bi husul cemal tifiqî rû dunyayê.
Qewî îro min ced kirîye,
Dirhem li xelkê zef kirîye,
Sê sed þêst beyt hazir kirîye,
Li nav xelkê belav kirîye.
![]()
FEQÊ TEYRAN Û QULING
Hey qulîngoxwe newestîne,
P'er û baskan her hilîne,
Here, ji tebîyetê ji minra gilîya bîne,
Îro li ser rîyan ez rêwîme,
Tu li hewa xweþ cibar be,
Ser gaz û gêdûka bilind xwar be,
Hema ji derdê dilê min hiþyar be.
Hey mal xirab, tu guhdarî ke,
P'er û baskan li ser min sî ke,
Min ji di gel xwe rêwî ke,
Çend gilîyan li min safî ke.
Mal xirab bike li min gîrîn,
Dil û cegera min tev biwarîn,
Ezim îro bê sewda serîn.
Gelek refêd mîna te li min dabihirîn,
Hey gilingo tu difirî li dunyayê,
Here cihabê bide E'ynelayê,
Bêje Feqê Teyran nija nayê.