BARÎYÊ BALA


Barîyê bala, Kurdê Sowyeta berê bû. Îro lo Ermenîstanê dijît.

Bi navê "Dinya Min" pirtûka wî helbestan heye. Sala 1971'an li Erîvanê þap bûye.

"Oktîyabra Geþ" û "Ez û Davît" helbestên wî di vê pirtûkê de cîh girtine. Lê mîrov bawerdike, ku helbest û tiþtên li ser çandîya Kurdî wî nivîsandin jî hebin.


OKTÎBYARA GEÞ

Tarîq mezin zeman dûr, ûlm bere,

Xeber dide tim ji qurna seransere.

Dewr, heyama, însan bû dil, kire zêrîn,

Qîrîn-qûjîn, quloz di bû arþê ezmin.

Pir çerçirî, heland li me beden tim nîr,

Em bêzar bûn ji jêkirin lêv û ziman,

Bû miskenê alim þera hebs û zindan.

Me þenkirin koþked bilind guled baxa,

Bû meydana eþq û þaya beg û axa.

Erd-zexîre me hasil kir, em xebatkar,

Lê bê sitar dergîþ girîya timê birçî.

Li terîqê hat guhastin bengze xûnî,

Pîter hers bû, Nêva kelya, kire hûrmin.

Devxûn dijmin me ji hudut kir dere,

Vir bela bû ser cimaetê xem-kedere.

Wetan þên bû, em derketin fireqetê,

Bengze benda vir gul veda ji xebatê.

Li çar qulbê erþê ezmîn me kir geþte,

Dinya îdî pêþ me bûye mer û sûcde.

Ez xortekî wek îlnevîs gel xûnedar,

OKTÎYABRA GEÞ, bi deme te dibim kûbar.

"Dinya Min-

Erîvan - 1971"