MELEYÊ CIZÎRÎ
Meleyê Cizîrî di sala 1407'an de li Cizîra Botan hatîye dinê. Navê Meleyê Cizîrî di nav Kurdan de zehf bela bûye. Navê mele bi rastî þêx Ehmed e. Ew di dawîya sedsala 11'an de derbas kir. Bavê wî Þêx Mehemed, merivek gelek zane bû. Ew li ber destê wî mezin bû û gîhiþt.
Mele xwendina pêþîn, di Cizîra Botan de qedandî ye. Ew ji bo pêþtebirina xwendina xwe çû derkete welatên Ereban û Eceman. Ji ber vê yekê jî ew hînî zimanê Erebî û Farsî bû. Paþê wî bi tehrekî fîlozofî dest bi nivîsandina helbestên xwe kir.
Meleyê Cizîrî gelek salan di dîwana Mîrê Botan de bûye dengbêjê Mîrê Cizîrê. Lê paþê Mele dest ji vî karî berdide û ew diçe bajarê Dîyarbekirê û dibe mamoste. Ew piranîya helbestên xwe li vira dinivîse. Meleyê Cizîrî nêzîkî 30 salan li Dîyarbekirê mamostetî û meletî dike.
Meleyê Cizîrî di 75. Salîya xwe de vedigere diçe welatê xwe Cizîra Bota û li wira jî diçe ser heqê xwe. Heta nihan jî tirba wî ji alîyê Kurdan ve tên zîyaret kirin.
Di sala 1904'an de dîwana helbestên Meleyê Cizîrî li Almanyayê, bajarê Berlînê ji alîyê M. Xartman de tê çapkirin. Dîsa di sala 1941'an de ser rûpelên kovara Hawar li Þamê gelek helbestên wî çap bûne. Meleyê Cizîrî 1169'an de çûye ser heqîya xwe.
![]()
DIL JI MIN BIR
Þoxê û þengê zuhre rengê,
Dil ji min bir, dil ji min bir,
Awurên heybet pilingê
Dil ji min bir, dil ji min.
Wê þepalê miskî xalî,
Dêm dorê gerden þepþalê,
Cehbeta biskan semalê,
Dil ji min bir, dil ji min.
Zulf û xalan nûn û dalan,
Wan ji min dil bir bi talan,
Goþeye qewsê helelan,
Dil ji min bir, dil ji min.
Dêm nedîrê bo enbîrê,
Xemrî û gîso herîrî,
Sîne kir armancê tîrê,
Dil ji min bir, dil ji min.