MELE MEHEMED KOYÎ
Li sala 1876'an de li bajarê Koyê ji dayîka xwe bûye. Malbata wî dewlemend e û ronakbîre. Mele Mehemed Koyî, hevalbend û hevkarê Hecî Qadir Koyî bû. Xwendina xwe ya bingehî li navçê bûyî qedand kir û þûnda diçe bajarê Stenbolê. Zimanê Tirkî, Farsî, Erebî û Kurdî baþ hîn bûyî bû. Bi ev zanîna xwe ya bilind rê nîþan þagirtên xwe dike. Bi sedan mirovên têgiþtî li ber destên wî hîn dibin, dibin ronakbîrên Kurd.
Di sala 1912'an de dibe miftîyê Koyê. Di sala 1912'an de dest bi qadîtîyê dike. Di sala 1924'an de dibe endamê sazkarê parlementoya Iraqê û berpirsarîya bajarê Musulê dike.
Mela Mehemed Koyî, bi zimanê Erebî weku 13 pirtûk liser ol (dîn), zanyarî û fîlozofîyê nivîsandiye.
Dîwana wî ya Kurdî li Hewlêrê di sala 1934'an de çap bûye. Di sala 1957'an de destnivîsara wî "Firî-Firî", "Tefsîra Kurdî" û "Kelamê Xalik Xudavend" bi du paran hatine çap kirin.
Mela Mehemed Koyî di sala 1934'an de çûye ser heqîya xwe. Li paþ mirina wî gelek tiþtên hêja ji bo wî hatine gotin.
Hevalê wî Hacî Qadîr Koyî ji bo Mele Mehemed dibêje;
"Ji xêncî Celî-zade kê ji we zanî,
Binaxa ulm û zanîn li Kurdistanê danî"
Mirovên weku Mele Mehemed Koyî, giranbiha di nav gelê Kurd de hindik jîyan e. Ebdal Xaliq Aladîn, di pirtûka xwe ya bi navê "Serhatî û Jîyana Zana û Þaîrê Navdarên Kurd" da jîyana wî nivîsîye û dibêje ku;
"Eva wîna bê cane, lê nav û nîþane,
Her zendîyê ta çerza felek beha giran e.
Bo nûsêr û zana û þaîr qet tûne mirdin,
Mirdin tûne bo hevbîrê Eflatonê Yûnan! "
Mele Mehemed Koyî, weku Eflaton dibîne. Helbestvanê hêja di sala 1934'an de diçe ser dilovanîya xwe.
![]()
JIN
Bejne qewmê Kurdan,
Destê min dawa wan,
Heye bi heqê êzdan,
Jin anîn û telaq dan.
Jin zeyneta dinyaye,
Ew emata xudaye
Hebîba Mistefaye,
Qelatin ji bo mêrdan.
Eger jin bi hurmet be,
Bê zilet û zehmet be,
Bi terbyet û xizmet be,
Dil þad û lêv xendan be,
Kurê jê bibin wek þêr,
Aqil û zana û delêr,
Bê dil xem û çav têr,
Jina ku der bi der be,
Dil pir xem be û keder be,
Rezil û dest li ser be,
Li ku ewledê çê li ber be?