HIÞYAR
Hiþyar, hozan û nivîskarekî Kurd niþtîmanperwer e. Di kovara HAWAR'de gelek helbest û gotinên wî hêja hatine çapbûyî. Heya îro dîwan û yan jî pirtûka wî helbestan derneketîye.
![]()
AWAYÊ EVÎNÊ
Me dizanî aþiqan dilber xiyala þev û roj,
Wer dinalin xwîn dimalin ew ji çavan þev û roj.
Dilgirên dama evînê, wan j'nedî ve gotiye,
Gulf û goyên zilf û xalan dane zanîn þev û roj.
Me b'tenê dilber divaye, yara bê ten û gihan
Ew siriþta zende gaye landika me þev û roj.
Bihuþt û zende gihane wê di cîhan daye deng
Wê ji me sed dil rewa ye em li bendê þev û roj.
Qenc û naz e, tengudaz e, padîþahek bê wefa
Her dema bersef dixwaze mînekar im þev û roj.
Berfa yarê ji xuyîna me nivîsî xêzexþ,
Soz û peyman me dida wê olperest im þev û roj.
Karê maþûqan wiha ye, aþiqan erzan didin,
Wan bi xiþmê dil hewa ye xwîn dirêjin þev û roj.
Sorgula bilbil divaye xiþmê seywan lê veda,
Ma li ser lat û zinaran tim þiyar e þev û roj.