HEJAR
Helbestvanekî bi nav û deng Hejar di sala 1920'an de li bajarê Mahabatê hate dinê.
Hejar paþî sala 1940'i li rojhilatê Kurdistan'de li tevî jiyana cicakî û polîtîk dibe. Ew jo bo azadî û rizgarîya welatê xwe bi dilekî þa xwe pêþkêþî vê pirsê dike.
Cara pêþîn Hejar destaneke bi navê "Pirsên zêne mirov li ser xweþbextîyê" çap dike.
Lê navê Hejar dema ku di sala 1946'an de Cumhurîyeta Mehabatê hate sazkirin, wî çaxî baþ hat bihîstin. Gelek helbestên Hejar di nav wan salan de di ser rupelên rojnamên "Xelale", "Niþtiman" de cih girtin.
Di sala 1946'an de li bajarê Tebrîzê berevoka helbestên Hejar bi navê "Alakok" hate çapkirin.
Paþî hilweþandina Cumhurîyeta Mahabatê Hejar di sala 1947'an de çû li Iraqê ma. Hejar di nav wan salan de belengazî, kesîbî û tengasîyên mezin dîtin. Paþê hêzên zordest li Iraqê berî Hejar dan û Hejar çû li Surîyê cîwar bû.
Hejar di sala 1953'an de çû li Bukreþê tevî þahîya xort û keçên cîhanê bû. Paþî vê yekê navê Hejar li hemû cîhanê hat bihîstin. Di sala 1959'an de Hejar diçe Yekîtîya Sovyetan û ew dibe mêvanê Yekîtîya Nivîskarên Azerbeycanê.
Di sa
la 1961'an de li bajarê Bakû gelek helbestên Hejar bi zimanê Azerî li ser navê "Kürt Nağmeleri" hate çapkirin. Di sala 1961'an de ji du berevokên Hejar li bajarê Moskovayê bi destê K.P. Eyubî tê derxistin. Bi vî tehrî navê Hejar li Yekîtîya Sovyetan zehf bela dibe.Hejar 21'ê Sibatê di sala 1991'an li bajarê Kereçe li Îranê di 71 salîya xwe de diçe ser heqîya xwe.
Hejar di helbest û afrandinên xwe de ser biratî û dostanîya hemû gelên cîhanê gelek tiþt nivîsîye. Ew ser meznaya înternasyonalîzmê bûye merivekî dilþewat û bawermend. Bo vê yekê kî navê Hejar li hemû cîhanê pêl daye.
Wusa jî Hejar wek Mem û Zîn, helbestên Omer Heyam û Þerefname wergerandîye zaravê Soranî.
![]()
HER KURD IM
Be derbederî yan le malî xom
Le xakî Ereb, le Êran û Rom
Kok û poþte bim, rût û recal bim
Koþkim de qat bê, wêranemal bim
Aza û rizgar bim, þadan û xendan
Yan zincîr le mil, le sûcî zîndan
Sax bim, cihêl bim, bigrim giwêy siwanan
Yan zar û nizar, le nexoþxanan
Danîþim le ser textî xwênkarî
Yan le kolanan bikem hejarî
Kurd im û le rêy Kurd û Kurdistan
Ser le pênaw im, gîyan le destan
Be Kurdî deyîm, be Kurdî demrim
Be Kurdî deydem weramî qebrim
Be Kurdî dîsan zîndû debimewe
Lew dinyaþ bo Kurd têheldeçimewe.
(Bexdat, 9.7.1948)