FÊRÎK EGÎT POLATBEKOV
Fêrik Egît Polatbekov helbestvan, rojnamevan û þoreþvanekî Kurdên Sovyeta berê ye. Ew di sala 1897'an de li gundê Tulunê hate dinê. Bavê wî di wê demê de sirgûnî Sîbîryayê kiribûn. Fêrîk mezinê mala xwe bû, sê zarokên din li malbata wî hebûn; Nûrê, Marûsya û Baso. Nûrê paþê di nav jinên Kurdên Sowyeta berê de xebatin ê zehf bi kêrhatî pêktîne. Ew ji bo parastina serfirazî û destanînên þoreþa Oktobrê dibe keçeke bawermend.
Fêrîk li bajarê Irkustskê xwendina navîn diqedîne. Dersdarên wî destî Ferîk digrin, ji ber jîrbûna wî zehf alîkarîya wî dikin.
Di sala 1915'an de Fêrîk û gelek hevalên xwe bi navê "Xebata Me" kovarekê derdixînin. Fêrîk zutirekê dibe redaktorê vê kovarê û hemî giranîya xwe datîne li ser karên polîtîk. Paþê ew diçe tevî koma þoriþvan dibe û li bajarê Enîseyskê çend sala dimîne. Di vê demê de ew destpêdike gelek helbestên þoreþvanîyê dinivîse. Ew qet vala namîne, li vî bajarî bi navê "Yekîtîya Xwendekaran" komalekê saz dike. Bi destê vê komalê paþê bi navê "Bin Ala Þoreþê" kovarek derdikeve. Fêrîk ji bo 1916'an de gelek helbestên wî li rojname û kovarên sibîryayê de tên çapkirin.
Fêrîk Egît Polatbekov paþî qedandina xwendina navîn dil dike ku here xwendina bilind biqedîne, lê karên polîtîk rê nadinê. Ew di dema "Þerê Hundur" de li hemberî noker, xayîn û xwefiroþan destpêdike li nav gel de ajîstasyon û propoganda yên fireh dike. Li bajarê Tomskê ew tê hilbijartin û dibe "Endamê Hikûmeta Sovyetê li Sibîryayê". Di nav Ordîya Sor de cîh digre û li hemberî endamên Ordîya Spî bi mêrxasî, þerdike. Lê ew di xortanîya xwe de, di bîst û yek salîya xwe de ji alîyê Ordîya Spî de tê kuþtin.
Fêrik Egît Polatbekov xortekî hiþyar, jêhatî û zef serwext bû. Wî canê xwe ji bo xweþbextî û azadîya gelên Sowyeta berê pêþkêþî welatê Lnîn kir. Ew înternasyonalîstikî bi nav û deng bû. Wî du xwera ji me ra navekî nemirî hiþt û ew çû tevî rêza þehîden þoreþê bû.
![]()
HEYKELÊ MIN
Ez dixwazim, ku ne zêr, ne sifir, ne mermer
Ne jî giranît min ra bibne heykel
Ser wan hukum dike qanuna kambax
Ku her tiþt ber dike tirax.
Bagerê wan biþo, hewayê xirabke
Û cimaetê axirîyê pê komeyt direke
Tê dernaxin, wekî Napolêon jîye.
Na! Þiklê sêwirandinên nesazkirî
Êe xiyalêd efrandinêd mine hizkirî
Ez dixwazim têkime komeytê hevdu
Ku hêrs biþuxule, venemire nav wîda
Ku þabûn û mesa berbi axirîyê tê da birqvedide
Û nava besta qurnayê xalîda
Ku sotîyê sîngê qulêd kesirî
Gurbe gazî berbi îsyana nemirî
Þierekêva û xebereke zîze qudretê
Ezê heykel çêkim, ku wê bibe hogirê zendîtîyê
Û nava cêrga qurne û sedsalîyêd dirêj
Silsiletê wê bêjin: Hebûyê dengbê.