CASIMÊ CELÎL
Casimî Celîl jî wek gelek Kurdên din ji ber zordestîya Romê revîya çûye li Ermenîstanê star bûye. Ew di sala 1908'an de hatiye dinê. Casimê Celîl di sala 1931'an de dixebite. Ew li vira dibe redaktorê pritukên nivîskarên Kurd, bo lê mêzekirinê, di ber destê wî ra derbas bûne.
Casimê Celîl di warê edebîyat, zargotin û dîroka Kurdistanê da bê sekinandin û bê westan hettanî van rojên dawîyê jî gelek xebat pêkanîye. Wusa herdu kurên wî Ordîxanê Celîl, Celîlê Celîl û keça wî Cemîla Celîl ser folklor, dîrok û sazbendîya Kurdî xebatên hêja pêkanîne.
Di nav helbestên Casimê Celîl de welathizî û enternasyonalîzmê cîhikî fireh girtîye. Di sala 1954'an de pirtuka Casimê Celîl ya pêþîn bi navên "Elegez" li Erîvanê hat çapkirinê. Pey vê pirtukê ra di sala 1960'în de Casimê Celîl pirtukeke bi navê "Roja min" nivîsî. Di vê pirtukê de nivîskar nîþan dide ku, gelên Sovyet, wusa jî pareke Kurdên li Yekîtîya Sovyeta berên çawa paþî þoreþa Oktobrê hatine gîhîþtine van rojên dilþa, bextewar û azad.
![]()
KILAMA QÎZA KURDA
Min vê teva geþda ez
Xazil bibûma keweke,
Min bida baska, bi lez,
Bigeriama dinyalike.
Bikra qîrîn û bistra,
Kilamêk edlayê,
Ba dengê mi bela kira,
Hercar qulbê dinyayê.
Yan bibûma mixekî pira,
Li ser riya edlayê,
Qewîn kira pira edlayê,
Boy temamîya merivayê.
Yan bibûma pere kagez,
"Edlaî" ser min bihata nivîsar,
Yan bibûma dareke çinar ez,
Tim bidîta edlayî, gul, bihar…