CELADET BEDIRXAN
Celadet Bedirxan, hîmdarekî elîfbaya Kurdî ye. Wî li ser bingehê elîfba latînî cara pêçîn elîfbake Kurdî pêkanî. Ev elîfba, ji destpêkê da hettanîî niha bûye elîfba Kurdî.
Celadet Bedîrxan lawî Emîn Elî Bedîrxan e. Çawa tê zanîn malbata Bedîrxanan malbateke giran e. Herdu birayên wî - Kamuran û Surîye Bedîrxan gelek salan ji bo azadîya welatê xwe bi dil û bi can çev û roj xebitîne.
Celadet Bedîrxan di sala 1897'an de li bajarê Stenbolê hate dinê. Wî li wir dest bi xwendina xwe kir. Ji ber zordestîyên Roma Reþ ew neçar ma ji Kurdistanê durket, bi gelek hevalên xwe va tevayî çû derket bajarê Bakûyê. Demekê çunda jî ew bo xwendina bilind diçe Elmanyayê.
Wext derbas dibe, Celadet Bedîrxan di sala 1930'an de vedigere Þamê. Ew li vî bajarî bi zimanê Kurdî û Fransî kovara "Hawar"ê derdixe û dibe xudanê vê kovarê. Çawa tê zanîn hettanî sala 1934'an 57 hejmarê vê kovarê têne çapkirinê. Ev kovara ji bo hiþyarbûn û xwenasîya gelê Kurd dibe çekeke mezin. Hawar di warê hînbûn û pêþveketina zimanê Kurdî de gavin ê mezin davêje û di warê pêþketina doz û þerê gelê me da roleke giring dileyîze.
Celadet Bedîrxan merivekî zane, pispor û ronakbîrekî mezin bû. Wî zimanê Erebî, Tirkî, Fransî, Elemanî, Yunanî, Farisî û Ingilîzî zanî bû.