BÊKES
Faîk Bêkes nêzîkî bajarê Suleymanîyê, li gundê Sîtak hate dinê. Wî zarokatîya xwe di nav gundî, rençber û mirovên belengaz de derbas kir. Bavê wî demekê çû li Tirkîyê bû qaymeqam, ew li cem pismanên xwe ma.
Di sala 1930'an de Bêkes ji alîyê hêzên zordest hate girtinê. Ew 3 salan di zîndanên tarî de ma. Wî gelek helbestên xwe di girtîgehê de nivîsî. Di vê demê de welathizî di nav xetên wî de cîhkî fireh digre. Ji ber bindestîya welatê xwe ker û gêj dibe û helbestekî xwe di vê yekê venaþêre: "Welatê min, ez te wek dîna hezdikim"
Dema ku Bêkes 3 salan þunda ji girtîgehê derket, wî li dibistana bajêr de dest bi dersdarîyê kir. Lê dîsa hêzên kevneperest dest ji pêsîra wî bernedan. Bêkes di vê demê de bê tirs û bê xof ji bo azadîya welatê xwe dixebite.
Bêkes dostîya navbera gelê Kurd û Ereb parastîye. Bo vê yekê jiî wî xelesîya van herdu gelan xwe ra kirîye armanceke mezin. Di helbesta bi navê "Dara Azadîyê" da Bêkes ser tekoþînê disekine û dibêje.
"Wekî dara azadîyê bi xûnê nayê avdanê, ew dar ber - fêkîya nade"
Paþî mirina Bêkes (1948) gelek helbestên wî bi destê Îbrahîm Ahmet hatine berhevkirin, lê nehatine çapkirin.
EY MANG!
Ey mang! Ez û tu herdu hevderdin,
Herdu giriftar li nav ahê sardin,
Tu wêl û reng zerî li ezman,
Ez ji der bi der li seheran,
Digerim, ey mang! Qebla dildaran,
Dermanê derdê dilê dêmaran
Þevekê û îþev bigire p'erê min
Bê yar û herdem a'ciz û t'enême,
Dilzar û bêzar, pest û xemgînim,
Gîroyê dawa yara þîrinim,
Dîlbendê eþqê wê belek çavim,
Þêt û þeydayê wan gurçikê xavim,
Ji wê wusa ketime nav xeyal,
Girîne p'êþê min, bûme guhê zoxal,
Ey mang! Tu li þixulê eþqê pîrozî,
Tu nese bexþî dil bi sozî,
Ez sond dixum bi îþq û ciwanî,
Bi nesima berê beyanî,
Bi serhatî xwe bo min beyan ke,
Derdê min giran hinekî asan ke,
Tu carê çi bûyî wa peþîvavî?
Ji ber çi pest û mat û damavî?
Bêje min, tu xwedê çend ciwan te dî?
Çend kur te li bezma aþiqan dî?
Çend qewm û milet, çend þeher te dî?
Çend þer û þûr bê aman te dî?
Çend burdumanê Kurdistanê te dî?
Çend kefenê alî þehîdan te dî?
Çend bêkesanê perîþan te dî?
Çend der bi der û mal wêran te dî?
Çend çav sorî pir girin te dî?
Ey mang! Ewqas te seyrî dinya kir,
Seyrî nifaq û zulmê û rîya te kir,
Bo wêye, ku te reng û rûyê xwe guhêrîye,
Reng û þû'rî temam birîye.
(Dîwana Bêkes, rûyê 151-152)
![]()
LAWANÊ WETEN
Lawên weten, xîret bikin,
De rabin ji xewê, bi ser çû þev,
Nema zemanê cehil û nezanî,
Îro firsete, roja hêmete,
Bi ulm û sene't berz dibe milet,
A'lem hemîþe xereqî îþe,
Îþ kin bi merdî, bi dest û birdî,
Yek dil û dev bin, heta roja mirdin,
Lawanê weten, xîret bikin.