AHMED ARÎF
Ahmed Arîf li Kurdýstana bakur li bajarê Diyarbekrê 21.4.1927'an hate dýne. Li Diyarêbekirde dest bi xwendina silev dike û Lîse Li Ruhayê berdewam dike. Ji lîsê û þunda ji bo xwendina bilind diçe paytextê Tirkîye li Zanîngeha Ziman Dîrok Coxrafya'de beþa filozofîye qeyda xwe çêdike û demekê dixwîne.
Li Kurdistana bakur hêzên zordest û kolonyaLîst tû car hebûna gelê Kurd hýlnedane ser zarê xwe. Gelê me li Kurdistana bakur êþ, birîn, kul û keseren sedsala dîtîye. Gelek welathizên Kurd bi dilekî qenç û bi þîrekî paqij ji bo azadîya welatê xwe can û rihê xwe dane. Camerî û welathizî di dilê gelê Kurdistanê'da bûye bawerîyeke mezin. Yên bi wê bawerîyê mezin bûyîn ji wana yek jî Ahmed Arîf e. Jý bo çalekîyen wî ew gelek caran hatîye girtin û di girtîgehê de maye. Xwendina xwe ya bilind xelas nekirîye ji bo ew sedemên neyaran li pêþ wînî çêkirî. Ji bo jiyana xwe berdewam bike dest bi kar dike. Gelek karan diguherîne, rojnamevanîyê de dema xwe dibohirîne heya dawî.
Hozan Ahmed Arîf li Kurdîstana Bakûr pirr bi nav þ denge e. Helbewstên wî di pirtûka bi navê "Min Ji Hesreta Te Qeydan Kevn Kirin" da kombûne û heya îro zêdeyî pêncî caran ji nûva hatiye weþandin.Di warê firotin û xwendinê de vê pirtûkê wekû rekorek mezin þikandîye.
Raman, bîr û bawerîyên Amhet Arîf bi piranî li ser Kurdîstan'ê ne Gundî, rênçber, jin û zarokên Kurd bûyîne çavkanîyên helbestên Ahmed Arîf. Ew di helbestên xwe de li berxwe dide, bawerîya wînî serhildan û berxwedan wekû agirekî geþ bilind dibe dibiriqe tarîyê ronahî dike. Ew li benda rojên azadi bû. Ji bo vê ji dema mirov helbestên wînî dixune bihna merivan fireh dibe û kela dilê mirovan dikele û bilind dibe.
Ahmed Arif di roja 2.6.1991'an de li Enkerê diçe ser heqîya xwe. Wer tê dîtin kû Hozan Ahmed Arîf di nav helbestvanên Kurdîstan de yê cihekî mezin digire û nayê ji bîr kirin.
UY HAWAR
Þewatan,
Feqên qahpe,
Xofê berfendan
Û lehîyên nêmê, birçîyên dirinde,
Tu li ser piþtê kêrên birok e.
Tu bi tenê serê xwe maye way way!
Bê çek, bê sitar û tazî
Bi canekî bi tenê serê xwe
Dema berbangê leylim - leylim
Tu di nîþangeha neynika celladan de ye.
Oy te çiqes ez, hezdikim….
Ji Ûskûdarê vir da lo ew welatê kê ye?
Hê canim….
Çiyayê kulilk naþtayî, qirran,
Kulilk vênake, peyivter nawêþe.
Lêdixe bi keviran heste
Li çatê aniya min
Kifra bê medet, Munzur,
Avê Þahmurat bi xwîn diçe
Û ez þaîrim.
Yanê karkerê namûsê me ez,
Karkerê dil.
Bêtirs, bê bazar û xwelîya nehatîyê bêjandin,
Çi nerînek wekû gûþî
Wêneyê te bikiþînim,
Çi bayêkî bê kalan
Bêjeyan birêjînim.
Oy te çiqes ez, hezdikim….
Û tu hîn hêja gavekê ber vê,
Sal derbasbin jî li ber vê,
Wek þaxekî hati birrînî cûda ketim,
Sedema jîyana min, hoste û berdilê min,
Brîna te kur çûye,
Dizanim fîtîlê jî nagire.
Lê belê hesab bi çîyan ra ye,
Hêvî jî bi çiyan ra!..
Bifikire, gavek me li hemdema fêza,
Yek ji di çarix û di goreya mû da be
Bifikire, bûyînê fîzîkê atomê
Û yê me dike me evîna bê eman,
Du deman bavêje pervekê
Ji bo zarokên pêþeroj
Û ji bo kulilkan
Ji her yekî mûyê bihok ji bo mincalan,
Li dijî rawistîye,
Dîtîyê resta xwe.
Hê canim,
Dumahîyê tu bîne ser.
Uy hawar!
Ji eþqa Îsa û Muhammed re,
Ji eþqa ranzê tu lê razayî re,
Deeey, gurzê Ferhad çîyan dike ard!
Alîyê min, ku vala wekû devê xencerê
Û di veþartgêha min da di nav xwîn û xu da, asê,
Wek xwestekek birayê gulasor
Bêjim belê, yê biqetîne dîzgînên xwe
Oy te çiqes ez, hezdikim….