AHMEDÊ XANÎ
Di sedsaliya (qurne) 17'an de erdê Kurdistanê cara pêþîn di navbera Tirk û Eceman de hate parevekirinê. Ev hêzên zordest bi darê zorê ve Kurdistan zeftkirin. Paþê hêzên kolonyalîst êl-êþîrên Kurdan berî hevdan û ew bi hev dane kuþtin. Vê dubendî, pevçûn, hevnekirinê tenê van hêzên çavsor û dev bi xwîn ra dest dida. Di dawîyê da belengazî, perîþanî, paþtamayîn û xizanî di nav Kurdan de her çû mezin bû.
Ev rewþa nebaþ û xirab ser þareze Ahmedê Xanê zehf hukim kir. Ew ji ber tunebûnê yekîtîya Kurdan gelek ber xwe diket. Di vê demê da bîr û bawerîyên welathizîyê por kêm bûn. Kurd kî ne? Ji ku tên û bi diçine kuderê?… Ahmedê Xanî gelek xwest serê xwe bi bersivên van pirsan va diêþand. Ji bo xwenasîya gelê Kurd Ahmedê Xanî di edebîyata Kurdî de rêçeke nû vekir. Ev rêç, rêça welathizîyê bû.
Ahmedê Xanî di sala 1591'an de li hêla Bazîdê hate dinê. Wî zarotî û xortanîya xwe li wir derbas kir. Xanî zimanên Erebî, Farisî û Tirkî zehf baþ zanîbû. Ji bo zarokên Kurd Ahmedê Xanî li Bazîdê dibistanek vekir. Di vê dibistanê de zarok hînî zimanê dayka xwe - zimanê Kurdi dibûn. Ewî hezdikir ku zarokên Kurd di nav nezanî û tarîyê de nemînin. Bo vê jî Ahmedê Xanî binavê "Nûbar" ferhengek nivîsî.
Ahmedê Xanî di demekê þunda ser himên destana "Memê Alan" destaneke hêja û giranbiha binavê "Mem û Zîn" pêkanî. Wî destana Memê Alan guherand û gelek tiþt ji ber xwe tevî vê destanê kir. Di dawîyê de efrandineke nemirî û dewlemend ji me re hiþt. Ev destana mezin hettanî niha li gelek zimanên biyanî hatîye wergerandin. Navê Seydayê mezin Ahmedê Xanî û destana wî "Mem û Zîn" li cîhanê zuda hatîye bihîstin. Ev efrandina delal bûye karikî edebîyata cîhanê.
Ahmedê Xanî ne tenê nivîskar bû, ew wusa jî fîlozof, pispor û merivekî polîtîk bû. Di dema xwe da zaneyê nav û deng bo azadî û serxwebûna Kurdistanê çi ji destê wî hatiye, ewana yek - yek anîne cîh. Ji ber vê yekê jî ew welathizekî dil bi þewat bû. Wî hemû hebûna xwe pêþkêþî azadîya welatê xwe kiribû. "Mem û Zîn" îro bûye sertaca edebîyata Kurdî, wê ji bedewîya xwe, dewlemendîya xwe tu tiþtek wunda nekirîye, bo vê jî ew bûye efrandineke nemirî.
Helbestvan, nivîskar û fîlozofê navdar Ahmedê Xanî di sala 1652'an de li navça Bazîdê de çû dilovanîya xwe. Cihê ku turba wî lê hatîye kolandin, iro ji alîyê gelê Kurd ve tê zîyaret kirin.