AHMED MÎRAZÎ (MIRAZOV)
Ahmed Mîrazî di sala 1899'an de li Kurdistana Bakûr li bakûrêê gola Wanê, li gundê Tûtak hate dinê. Qatlîama Ermenîyan di sala 1918'an de bûyî þûnda hozan Mirazov jî bi Kurdên Êzîdî ra wî jî çû Erîwanê.
Pir helbest, nivîsarên polîtîk û çîrokên bi alaqa gel ve heyîn nivîsandin e. Emrê xwe li Kurdistana Sor derbas kir. Di sala 1961'an de çû ser hekîya xwe. Piþtî mirina wî sala 1966'an de Hacî Cindî çîrokên Ahmed Mîrazî dane çapkirin.
JIYÎNA TEZE
Jiyîna teze tu çiqas xweþî
Tu gelek xweþî, wûsa jî bi rewþî,
Her tim li fena gula geeþî,
Dinyayê de her tenê tu pêþî.
Jiyîna teze ew ji me re gul e,
Hingî diçe ew dixemile,
Li fena lal û dora diçilvile,
Ew ji dijmin re birîna dile.
Jiyîna berê me ze dît bû,
Zehmetkêþa re ewe tarî bû,
Kesek xweyê îzna xwe nîn bû,
Xelkê me teve nexwandî bû.
Dergên ilm me vebûne,
Cahilên me serbestbûne,
Teve xwendine xebatçîne
.