ABDULA PÊÞEW


Abdula Pêþew di sala 1947'an de li bajarê Erbîl'ê di gundê Bêrokê de hate dinê. Wî di du salîya xwe de bavê xwe windakir. Hemû karên malê kete ser milê dîya wî.

Abdula Pêþew cara pêþîn di çardeh salîya xwe de dest bi nivîsandina helbestan kir. Di nav wan salan de gelek helbestên wî di gelek rojname û kovaran de hatin çapkirin. Abdula Pêþew helbestên xwe bi zaravayê Soranî ve dinivîse. Gelek helbestên wî jî bi zimanê Erebî ve hatine weþandin.

Hettanî îro 3 dîwanê Abdula Pêþew derketine. Cara pêþîn di sala 1976'an de bi navê "Brin" dîwana wî ya ewlîn hat çapkirin. Paþî vê dîwanê di sala 1978'an de, bi navê "Kuminî Þikastî" pirtûkeke din ji alîyê Abdula Pêþew de hat nivîsandin. Nivîskar û edebîyatzan Maruf Xaznedar ji bo vê pirtûkê pêþgotineke hêja nivîsîye. Maruf Xeznedar di warê Kurdzanîîyê de merivekî zane û navdar e.

Abdula Pêþew ji sala 1973'an de hettanî van salîyê dawî jî li Sovyetê dimîne. Ew wusa jî endamê Yekîtîya Nivîskarên Kurd e. Abdula Pêþew niha helbestên Puþkîn, Lermantof, Feda, Yasînîn û Maksîm Gorkî verdigerîne zimanê Kurdî.


MINALINO!

Wey bêwelatino! Jîn talino!

Di xwenêda ez rêwîbûm,

Diçûm cem "Yosant".

Ku derbasî hundur bûm.

Min reþ dîtin, xwedan albûn.

Min sipî dîtin, xwedan albûn.

Kirîn qêrîn: "Êy bê welat biderkeve,

Êy bê ala biderkeve."

Min kê dît xwedan albûn

Min got:

Nekin qêrîn,

Ezê biderkevim.

Vê çîrokê ji bo minalan,

Ez dibêjim.

Minalno!

Wey birçîno! Jin talino!

Li ser sîngê neftê, Baba gur-gur

Li nêzîkê tavgê zêrî ji agir

Min tirbeke biçûk dît

Li ser nivîsîbû:

"A li vê derê

Zarokekî çavreþî Kurd

Ji nazanra mir."

Minalino!

Dergiþtîya min qumrîyekê ji Dîyarbekirê,

Hez dike li çîyan, li qub-qub kewan, li rengî berfê.

Ji bo xwestinê min pir çîyan dan paþ xwe.

Rojmêrên xwe pelîk-pelîk mir çirandin.

Paseporta min hêvî û xende bû.

Kildan û torê henê bû.

Ku min li derî sîpor xist.

Li ciyatî maçkirinê, maçê dergistîyê,

Belxemek zer û penek cîzmên reþ

Li eynî min ketin.